Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe 2023-10-31 09:05:45   STENBOL - Civaknas Azad Bariş ku yek ji îmzevanê "Deklarasyona Banga Aştiyê" ye, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe û got ku aştî bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e.    Li Stenbolê nivîsjar, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kesan "Deklarasyona Banga Aştiyê" daxuyandin û ji bo çareserkirina meseleya kur dîşaret bi rêyên çareseriyê kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Yek ji îmzevanên Deklarasyonê Azad Bariş destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe û got ku "Deklarasyona Banga Aştiyê" tenê bi Tirkiyeyê ne sînordarkirî ye.    GIRÎNGIYA 'DEKLARASYONA BANGA AŞTIYÊ'   Bariş bal kişand ser girîngî û armanca "Deklarasyona Banga Aştiyê"û got: "Ew bang bû ku îşaret bi rûxîneriya şer kir û li dijî vî şerî îşaret bi lezgîniya aştiyê kir." Bariş destnîşan kir ku ev bang tenê bi TIrkiyeyê ne sînordarkirî ye û wiha pê d eçû: "Bê guman bidawîbûna pevçûnên 40 salan dê girîng be. Lê Trkiye tenê bi van pevçûnan sînordar namîne. Berberîbûneke civakî û îzolasyoneke civakî heye. Lewma em dibînin ku bê tecrîda li ser birêz Ocalan çi qasî gefê li aştiyê dicwe. Em pêşbînî dikin ku dê şerê li Rojhilata NAvîn rû da, gav bi gav ber bi vir ve bê. Lewma ev metna bangawaziyê li gel daxwaza ji bo aştiyê, metna pêşbnîkirinê ye jî. Ji lew re ger em tevdîrê negirin, îhtimaleke pir mezin dê şer be rbi vir ve jî bê. Ji bo pêşîgirtina li vê jî rewşenbîr, siyasetmedar, rûspî îmze danîn bin vê bangawaziyê. Mirov dikare vê wekî gava ewil a ji bo avakirina aştiya civakî binirxîne."   'TEKANE KESÊ KU PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE OCALAN E'   Bariş anî zian ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqê ye û got ku tecrîd biryareke siyasî ye û li hemû civakê belav bûye. Bariş bilêv kir ku demeke berê li 16 bajarên kurdan xebaek kirine û got ku di vê xebatê de "Tekane kesê ku meseleya kurd çareser bike Abdullah Ocalan e" bi rêjeyeke jis edî 92 derketiye holê û got ku lewma tecrîda li dor aktorekeî siyasî yê bi vî rengî hatiye danîn bêhûde ye. Bariş destnîşan kir ku "Deklarasyona Banga Aştiyê" di heman demê de banga ji bo şikandina tecrîdê ye jî û got: "Divê mafên birêz Ocalan ên hiqûqî bên dayîn. Kes doza muameleyeke taybet nake. NÊzî 24 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Gava hûn tiştekî wiha biparêzin, dê wijdanê we nerihet bibe. Ji ber hindê em jî li dijî vê tecrîdê ne. Ji lew re tecrîdê berberîbûna civakî kûrtir dike. Ji ber vê ev tecrîd bi qesdî tê domandin. Ger ev bê rakirin, em baş dizanin ku aştiya civakî dê pêkan be."    Bariş destnîşan kir ku dê metna deklrasyonê li tevahiya civakê belav bikin û hewl bidin ku aştiyê bikin tiştekî civakî.