Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin 2023-10-31 09:55:37   STENBOL - Parêzer Cîhan Aydin diya kir ku dema girtîmayînê ya miwekîla wî Gultan Kişanak temam bûye û wiha got: “Divê tevahiya muxalefetê li dijî vê derkeve. Ji ber ku bi vê yekê re dixwazin tevahiya muxalefetê dîzayn bikin."    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ji Doza Kobanê hate girtin û ji sala 2016’an heta niha girtî ye. Li gorî Qanûna Dadgeha Cezayê (CMK) dema girtîmayîna wê ya 7 salan temam bûye û divê were berdan lê nayê berdan. Parêzeran li dijî vê rewşê îtîraz û serlêdan kirine lê heta niha jî biryarek nehatiye dayîn.  Prz. Cîhan Aydin   Ji parêzerên Gultan Kişanak, Cîhan Aydin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    ‘BI DOZA KOBANÊ SIYASETA KURD HEDEF TÊ GIRTIN’    Aydin, diyar kir ku ji destpêkê heta niha Doza Kobanê bi awayeke derhiqûqî û siyasî tê meşandin û wiha got: “Armanca esasî ya dozê ew e ku siyaseta kurd ji hevkêşeya siyasî ya Tirkiyeyê derxînin. Lewma em jê re dibêjin ‘Doza Kompasê ya Kobanê.’ Doza Kobanê, ji bo dîzaynkirina civakê weke laboratuarekê tê bikaranîn. Daraza Tirkiyeyê di esasê xwe de hewl dide bi peyamên dixwaze bide, bi gefên dixwe û bi êrişa xwe ya biçûkxistinê yên vê dozê re muxalefetê dîzayn bike. Di vê dozê de dê kî were girtin, dê li kê çiqas ceza were birîn û hwd. tevek ji hêla rejîmê ve tê diyarkirin. Lewma li gel ku miwekîla min dema girtîmayîna xwe temam kiriye jî nayê berdan.”   ‘HEKE DAXWAZA ME NEYÊ QEBÛLKIRIN EM Ê SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN’   Bi domdarî Aydin got ku heke îktîdar nexwaze Kişanak were berdan, dadgeh jî tenê hewl dide jê re hincetekê biafirîne û wiha bi dawî kir: “Jixwe tişta niha em dijîn jî ev e. Hiqûqê berevajî dikin. Hêvîdarim daraz li hincetan negere, li gorî qanûnan tevbigere û hiqûqê binpê neke.  Ji bo berdana Kişanak me ji ewil daxwazname da dadgehê lê hêj biryar nehatiye dayîn. Heke 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran red bike, em ê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran îtîraz bikin. Heke ev jî bê redkirin em ê serî li AYM’ê bidin. Heke AYM jî red bike em ê serî li DMME’yê bidin. Bêhiqûqtiya tê kirin ne tenê bi Kişanak bisînor e. Divê tevahiya muxalefate civakî bêalî nêz bibe û bertek nîşan bide. Hewl didin bi vê yekê serî bi gelên Tirkiyeyê, demokrasî û muxalefetê bidin tewandin. Lewma divê têkoşîn û bertekeke topyekûn were nîşandan.”