Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me 2023-10-31 10:32:10   AMED - Hevseroka HEDEP’a Sûrê Melîha Comert anî ziman ku polîsan avêtiye pêşiya wê û sîxurî lê ferz kirine û bertek nîşanî vê sepana polîsan da û got: “Ez li Sûrê me û ez li ser karê xwe me.”    Polîsan da pey Hevseroka Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Navçeya Sûrê Melîha Comert û paşê jî pêşiya wê girtin. Melîha Comert da zanîn ku polîsan jê re gotiye, ‘em ê pirsan ji te bikin’ û sîxuriyê lê ferz kirine.    POLÎSAN RÊYA WÊ BIRÎNE    Comert bi bîr xist ku li navçeya Sûrê ya Amedê di 26’ê cotmehê de dema ji malê derdikeve polîs diavêjin pêşiya wê û wiha got: “Polîsan ji min re wiha got, ‘Serok Melîha dikarî behsa xebatên nava partiyê ji me re bikî? Em dixwazin bi te re biaxivin. Em li cihekî rûnên çayê vexwin?’ Min bertek nîşanî wan da. Bi israr xwestin diyalogê li gel min deynin. Di wê kêliyê de telefona min lê da. Ji min re gotin, ‘telefona xwe bigire, em bi te re diaxivin’. Bi van gotinan gefê li min xwarin.”    ‘LI SER KARÊ XWE ME’    Comert da zanîn ku polîsan jê re gotiye, ‘em  ê te bigihînin karê te’ û heta rawestgeha otobusan bi israr wê şopandine û israra polîsan li rawestgehê jî berdewam kiriye. Comert wiha got: “Em zilm û pêkûtiya li ser gel dibînin û dizanin. Ev zext wê nikaribin me têk bibin. 40 sal in li ser gelê me pêkûtî tên kirin. Zilm li gelê kurd tê kirin. Ez Hevseroka HEDEP’a Sûrê me. Ev zextên tên kirin tu maneya wan ji min re nîne. Dixwazin çavên me bitirsînin, dixwazin me bitepisînin lê vaye ez li vir im. Ez li Sûrê me. Ez hemû kar û barên xwe didomînin û ez ê her bidomînim. Bila ev jî wisa bê zanîn.”