Kobanê: Destana jiyana nû 2023-10-31 10:48:15   RIHA - Bajarê Kobanê ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de êriş bir ser, bû navenda destana berxwedanê. Ji şahidên demê Xalid Berkel got ku gelê kurd bi pêşengtiya xwe ya şoreşê re nîşanî gelên din da ku rêyeke sêyemîn heye.    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir û bi destpêkirina şer re DAIŞ derket holê. Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo planên xwe piştgirî dida DAIŞ’ê û berê wê da qada Sûriye û Iraqê. DAIŞ a ku beşeke mezin a Sûriye û Iraqê dagir kir, hovîtiyeke ku di dîrokê de mînakên wê pir kêm hene xiste meriyetê. Artêşên her du welatan jî nekarîn xwe li pêşiya DAIŞ’ê bigirin, weke hêzeke ku tu kes nikare xwe li pêşiya wan bigire hatin danasîn. Lê ev sehma çeteyên DAIŞ’ê afirandibû li Kobanê bidawî bû.    Li djî hewldanên dagirkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên YPG/YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kirin. Ji bo piştevaniya bi vê berxwedanê re, li ser bangawaziya Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) û Înîsiyatîfa Peace Camping a “Li dijî DAIŞ’ê, ji bo Kobanê û seferberiya kûrewî” 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Îsal 9’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye.    Perez Esquivel ê arjantînî ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Sermetran Desmond Tutu ê ji Efrîqaya Başûr ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Zimanzan Profesor Noam Chomsky û Serokê Rêxistina Bijîşkên Cîhanê Michel Rolan jî di nav de, gelek kesayetên navdar bangawaziyên girîng kirin û di demeke ku êriş herî zêde dijwar bûn de ji çar aliyên cîhanê bi sedhezaran kes di 1’ê Mijdara 2014’an de ji bo Kobanê daketin kolanan. Ji çar aliyên cîhanê bi milyonan kes xwedî li Kobanê derket.    Bi ser Roja Kobanê ya Cîhanê re 9 sal derbas bûn. Gelo di pêvajoya ber bi vê rojê ve de çi qewimî?    Pêvajoya serhildanê ku di sala 2010’an de li Tunusê dest pê kir, li tevahiya erdnîgariya ereban belav bû. Di adara sala 2011’an de jî li Sûriyeyê belav bû. Kurdên ku di vê pêvajoyê de li bakurê welêt dijiyan, li şûna ku bibin aliyek û li gorî planên hêzên din tevbigerin, ji bo jiyana xwe bi destên xwe ava bikin ber bi şoreşê ve gaveke mezin avêtin.    Bajarê Kobanê ku pûxteyên “Şoreşa Rojava” le dihatin avêtin, di 27’ê çileya 2014’an de xweseriya xwe ragihand. Çeteyên DAIŞ’ê ku di 8’ê hezîrana sala 2014’an de Misûl dagir kirin, hêdî hêdî berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di 3’yê tebaxa 2014’an de ji ewil êrişî Şengalê kirin û li dijî civaka êzidî qirkirineke mezin pêk anîn. Piştre jî li Iraq û Sûriyeyê erdnîgariyeke berfireh dagir kir û di 15’ê îlona 2014’an de jî kurdên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi damezirandina kantonan herêma xwe diparastin kir hedef. Plana DAIŞ’ê ew bû ku mîna bajarên li Sûriye û Iraqê, Kantona Kobanê jî di demekî kin de bi dest bixe. Lê li Kobanê li dîwarê berxwedaneke destanî qelibî ku ev berxwedan li rûpelên dîrokê hate nivîsandin.    BANGAWAZIYA OCALAN   Di serî de Arîn Mîrkan, li Kobanê bi sedan kesan di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana wan a dîrokî, bi milyonan kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserî cîhanê kr yek. Di 22’yê îlonê dema êriş didomiyan de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev bangawazî kir: “Ketina Kobanê dê bibe ketina tevahiya Kurdistanê. Bila her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” Piştî bangawaziya Abdullah Ocalan, hemû kurdan berê xwe da Kobanê. Bi peyama Ocalan re hêrs û berteka li dijî êrişên ser Kobanê mîna lehiyekê mezin bû. Piştî wêneyên artêşa tirk û endamên DAIŞ’ê yên li ser sînor û gotina serokkomarê demê Tayîp Erdogan ku digot; “Vaye Kobanê ha ket ha dikeve”, gelê kurd herikî kolanan. Di serî de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li gelek welatan çalakiyên ku heta niha qet nehatine dîtin hatin lidarxistin.    Piştî van çalakiyan, hêzên koalîsyona navneteweyî neçar man ku piştgiriyê bidin berxwedanê. Koalîsyona bi pêşengtiya DYA’yê, hedefên DAIŞ’ê bombebaran kir û di encama zextan de Tirkiye neçar ma ku ji korîdora hatiye vekirin pêşmergeyan derbasî Kobanê bike.    PÎROZBAHIYA DI BIN SIYA ÊRIŞAN DE   Piştî berxwedana mezin a 134 rojan, Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin. Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, bû têkçûna wê ya ewil. Di demên piştre de hêzên kurd li hemû bajaran DAIŞ yek bi yek têk bir. Gelê Kobanê, bi berxwedana xwe ya dîrokî êriş têk bir û bi serkeftina xwe ya mezin nîşanî her kesî da ku fikra avakirina jiyaneke nû pêkan e.    Bajarê Kobanê ku DAIŞ’ê wê demê nekarî dagir bike, îro di hedefa êrişên dewleta tirk de ye. Gelek caran bû hedefa êrişên hewayî û di van êrişan de gelek kesên pêşengtiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dikirin hatin qetilkirin. Gelên li Kobanê dê salvegera 9’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê di bin êrişan de pêşwazî bikin.    ‘KOBANÊ PÊŞVEÇÛNA DAIŞ’Ê DA SEKINANDIN’   Di serdema berxwedana dîrokî de Xalid Berkel endamê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê bû. Berkel, têkildarî 1’ê Mijdarê û berxwedana Kobanê bi ajansa me re axivî.    Berkel ku bûbû şahidê berxwedana dîrokî ya gelê Kobanê, wiha qala wan rojan kir: “Kobanê ji çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin û ambargoyeke mezin li ser bajar hebû. Polîtîkayên ku demekê rejîma Baasê li ser me ferz dikir, îcar jî DAIŞ’ê di meşand. Em careke din bi wê nîjadperestiyê re rû bi rû man. Lê gelê kurd tevî van ewqas tiştan careke din nîşanî hemû cîhanê da ku dê li hemberî tu gef û zextan serî netewîne. Pêşketina bêeman a rêxistineke mîna DAIŞ’ê ku ji bo hemû gelên cîhanê gefeke mezin bû, ji hêla gelê Kobanê û bi berxwedana wan hate sekinandin. Yên ku dixwestin bajarê Kobanê û gelê tê de dijî mehkûmî tarîtiyê bikin, têk çûn.    XETA RÊYA 3’YEMÎN HATE XÊZKIRIN   Di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî xurt kir. Mîna li parçeyên din, gelê kurd bi salan li Sûriyeyê jî ji bo bide qebûlkirin ku mileteke cuda, çand û zimaneke cuda ye têkoşiya. Di vê çarçoveyê de Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk bû. Polîtîkaya ‘Kembera ereban’ ku ji bo jihevparçekirina kurdan ketibû meriyetê, dîsa li Kobanê hatibû sekinandin. Dema êrişên li dijî Kobanê dest pê kirin, gelê kurd ev yek ferq kir. Kurdên li çar aliyan li dijî van êrişan bûn yek. Di pêvajoya vê aloziyê de gelê kurd pêşengtiya şoreşê kir û nîşanî hemû gelan da ku rêyeke sêyemîn mimkin e. Ji bo hemû gelan qadeke ku bikarin nasname, ziman û çanda xwe bijîn afirandin. Çirûskên ewil ên pêvajoya vê şoreşê li Kobanê hatin vêxistin.    TIRKIYE JIYANA NÛ YA TÊ AVAKIRIN HEDEF DIGIRE   Piştî Şoreşa Rojava, kantonan rêveberiyên xwe hilbijartin û bi tevlibûna gel xwe birêve birin. Roja ku li vir jiyaneke nû hatiye avakirin heta niha Tirkiye bênavber êriş dike. Em bi taybet jî vê yekê dibînin; gelemperî kesên di rêveberiyê de cih digirin, kesên berpirsyar, kesên zana dibin hedefa van êrişan. Tirkiye hewl dide tiştên rejîma Baasê di demên berê de kiribûn bidomîne. Lê ji êrişên xwe ev tişt fêm kirin, gelên li vê derê bi hev re tevdigerin, bi hev re dijîn û dê bi hev re bijîn. Dê tu planên wan ên qirêjî bi ser nekevin. Gelên me heqîqeta xwe di modêla jiyana nû de dibînin. Ji ber ku li vê derê mirovên azad, civaka azad dijîn. Ew jî ji vê modêla jiyana nû ditirsin. Lewma êriş dikin.”    MA  / Ceylan Şahînlî