Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest 2023-10-31 12:34:22   MÊRDÎN - Ji ber ku qeyûmê Qoserê para xwe ji îhaleyan digirt, serlêdana sûc hatibû kirin. Niha jî hat îdiakirin ku cîgirê qeyûm di bin navê “komîsyonê” de 800 hezar TL bertîl xwestiye.    Li îdiayên bertîl û nelirêtiyê yên derheqê qeyûmê Şaredariya Qoser a Mêrdînê yê berê Huseyîn Çam û burokratên pê re dixebitin de îdiayeke din hate zêdekirin. Rayedarê Asî Înşaetê demek berê bi sedema “Para xwe ji îhaleyê girt” derheqê Çam de serlêdana sûc kiribû.    Piştî serlêdana sûc a behsa xeberê, hat îdiakirin ku rêveberiya qeyûmê berê li hemberî karên kirine ji ji fîrmaya P.’yê di bin navê “komîsyonê” de bertîl xwestiye. Hat îdiakirin ku cîgirê qeyûm Mehmet K. ketiye dewrê û ji bo karên parke û înşaetê di bin navê “komîsyonê” de ji fîrmaya P.’yê 800 TL bertîl xwestiye, fîrmayê ev bertîl qebûl nekiriye û têkildarî mijarê di sala 2021’ê de li Walîtiya Mêrdînê gilî kiriye.    Walîtiyê jî li ser vê yekê ji şaredariyê agahiyên derheqê fîrmayên pê re kar tên kirin xwest. Lê belê nivîsa daxwaza walîtiyê çû ber destê Mehmet K. Mehmet K. jî li ser vê yekê kir ku bi ser lêpirsînê were girtin. Bi rayedarên fîrmayê re hevdîtin hatin kirin û bi ser bûyerê hate girtin.