Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin 2023-10-31 13:33:14   STENBOL - Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, taloqî 30’yê çileya 2024’an hat kirin.      Danişîna 29’emîn a doza ku wek “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê jê tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Yên ji dozê tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn.    Ji ber şandeya dadgehê guherî ewilî zabitên berê hatin xwendin. Paşê jî parêzerê Rawîn Stêrk Yildiz, Sercan Korkmaz axivîû da zanîn ku lêkolînên hewcedar temam bûne û xwest telefona miwekîlê wî lê bê vegerandin.    Şandeya dadgehê biryar da ku danişînek din ev daxwaz bê nirxandin.    Şandeyê biryar da ku fermana zeftkirina Îsmet Kayhan berdewam bike û danişînê taloqî 30’yê çileya 2024’an kir.