Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû 2023-10-31 13:39:22     ENQERE - Siyasetmedar Bulent Parmaksiz di Doza Kobanê de diyar kir ku fikriyata HDP’ê tifaqa kurd û tirkan bû û wiha got: “HDP’ê hêz bazariyê ya kurdan mezin dikir lewma dewlet aciz bû.”    Rûniştina duyemîn a danişîna 39’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Doz, bi parastina siyasetmedar Bulent Parmaksiz di roja duyemîn de berdewam kir.    Siyasetmedar Aynûr Aşan û Zeynep Olvecî jî di danişînê de amade bûn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Di heman demê de parêzerên girtiyan jî amade bûn.    ‘DÊ PIRSGIRÊKA KURD BI AWAYEKE CUDA BIBE ROJEV’    Siyasetmedar Bulent Parmaksiz di danişînê de parastina xwe domand û wiha got: “Ji sedî 80’ê zêdetirî bazirganiya li cîhanê li ser dolar tê kirin. Di rêza duyemîn de jî euro hebû. Lê piştî guherîna hegemonyayê pereyê Çînê yuan niha ketiye pêşiya euroyê. Hegemonya diguhere. Guherîna hegemonyayê bixwînî dibe. Ji spaniyan derbasî fransiyan, ji wan derbasî ingilîzan û piştre derbasî amerîkiyan bû. Dema ev guherîn çêdibe, aktor diguherin. Niha Tirkiyeyek heye ku aştiya xwe navxweyî nîne. Lewma di rewşeke birîsk de ye. Ez texmîn nakim bê ka 5 sal piştre dê çi bibe. Piştî êrişa li dijî Xezeyê, dê pirsgirêka kurd bi awayeke cuda bibe rojev. Ew keştî wisa vala vala nayên. Dibêjin ku dê nexşe biguherin. Rewşeke cidî heye. Lewma li gorî min girîng e ku li ser navê xwe hişyariyekê bikim. Dema di pêşerojê de dîroka kurdan tê nivîsandin, dixwazin wiha were nivîsandin; ‘Dewlet xerabî li me kir, xelkê tirk jî xerab nêzî me bû û li me xwedî derneket.’ Ji bo ku ev neyên nivîsandin, banga min a ji bo gelê tirk ev e; ez parastina xwe ji bo bangî gel û dewleta tirk bikim dikim. Muxatabê min ew in.    Sê sedem hene ku gelê tirk û rayedarên tirk naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Yek ji van quretiya tirk e, ya duyemîn jixwenebawer in û ya sêyemîn jî li dijî berjewendiyên hêzên tekedest e. Ez niha ji rayedarên tirk vê dipirsim; gelo ma hûn dê bi fîşarên ser kurdan bimeşin an bi awayeke cuda? Binêrin, rayedar wiha nêz dibin; “Em împaratoriyeke mezin in. Ma kurd kî ne? Ew çiyayî ne.’ Feraseta ku kurdan biçûk dibîne. Sedema duyemîn a neçareseriyê jî ew e ku gelê tirk û rayedarên wan li gorî min bi xwe bawer nînin.    DEWLET JI FÎKRIYATA HDP’Ê ACIZ BÛ   Fîkriyata HDP’ê tifaqa kurd û tirka ye. Dewlet ji vê aciz bû. Binêrin, heke hûn ji feraseta siyaseta kurdan fêm nekin, dê nekarin rastiyê fêm bikin. Heke hûn vê nekin jî dê nekarin birêve bibin. Ji bo birêvebirinê divê hûn rastiyê fêm bikin. Kurdan got; ‘em dixwazin bi hev re bijîn.’ Kesên serdest jî vê rastiyê dizanin. HDP li ser stratejiya pêkvejiyanê hate avakirin. HDP encam e û ji asîmanan nehatiye. Vê yekê serdestên tirk aciz kir. Ji ber ku kurd bi HDP’ê re bihêz bûn. Me tirkên sosyalîst jî bi HDP’ê re bêhtir xwe di Meclisê de dît û em bûn parçeyeke pêvajoyê. Bi kêrî her du gelan dihat. HDP’ê bawerî dida gelê kurd, HDP ji hêla siyasî ve xurt bû û bi HDP’ê re hêza bazariyê ya kurdan xurt bû lewma dewlet aciz bû.”    Şandeya dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê.