Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin 2023-10-31 13:47:39   ŞIRNEX - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji doza ku ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiribû û dihat darizandin, hat beraetkirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi boneya di sala 2020’an de li salvegera bîranîna Taybet Înan li ser gora wê axivî ye bi îdiaya “xelkê li kîn û dijminatiyê sor dike” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Guven li Dadgeha Cezayê Asliye ya Silopiya hat lidarxistin. Leyla Guven a ku ji dozek din girtî li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn.    ‘HELBET EM Ê DEWLET Û HIKÛMETÊ REXNE BIKIN’   Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Guven di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew ji ber axaftina di bîranîna Taybet Înan de kiriye ne poşman e û ew sûcdariya li ser xwe qebûl nake. Guven destnîşan kir ku ji ber ew mafên mirovan diparêzin her tim doz li wan tên vekirin û got: “Helbet em  ê dewletê û hikûmetê ku dibin sedema kuştina mirovan rexne û protesto bikin. Em dibêjin bila şer û pevçûn biqedin û aştî pêk were. Bes e bila êdî dawî li mirina mirovan bê anîn.”    Parêzerê Guven, Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû jî parastina miwekîla xwe kir û xwest Guven bê beraetkirin.    Piştî parastinan şandeya dadgehê diyar kir ku ew axaftina Guven nabe sûc û biryara beraeta wê da.