Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir 2023-10-31 15:16:42   AMED - Abdulbarî Şaylemez ku ji ber tevlibûna merasîma bîranîna keça xwe Leyla Şaylemez dihat darizandin, beraet kir.    Siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Bi hinceta ku tev li merasîma bîranîna keça xwe Leyla Şaylemez bûye, derheqê Abdulbarî Şaylemez de doz hatibû vekirin û Şaylemez bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bav Şaylemez û parêzerê wî tev li danişînê bûn.    Şaylemez di danişînê de axivî û wiha got: “Keça min Leyla, di êrişeke terorîst de li Parîsê hate qetilkirin. Şaredariya Parîsê di 7’ê çileya 2017’an de merasîma bîranînê li dar dixist û ez jî hatim vexwendin. Keça min hatibû qetilkirin lewma tev li bûm. Li gorî min ev sûc nîne.” Şaylemez, da zanîn ku ji ber darizandinê zêdetirî 5 meh in derheqê wî de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn. Şaylemez, got ku li Almanyayê bazirganiyê dike û ji ber biryara qedexeyê hem ew hem jî malbata wî mexdûr bûye. Şaylemez, daxwaza beraeta xwe kir.    Parêzerê Şaylemez jî got ku miwekîlê wî tev li merasîma bîranîna keça xwe bûye, dirûşm berz nekiriye û di rapora lêkolînkirina dîmenên hatine amadekirin de jî ev yek hatiye piştrastkirin.    BIRYARA BERAETÊ   Dozger jî xwest ku Şaylemez bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were cezakirin. Şandeya dadgehê diyar kir ku wesfên sûcê Şaylemez pê tê tawanbarkirin çênebûne û biryara beraetê da.