ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin 2023-10-31 16:01:36   NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS'ê diyar kir ku ew wek ajansê tometbariya nerast a Asayîşa Duhokê ya PDK'ê red dikin û ew vê yekê hewldanek tirsonek dibînin.    Ajansa ROJNEWS'ê der barê revandina rojnamevan û edîtorê beşa xwe ya erebî Silêman Ehmed de ku ev 7 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, li Silêmaniyê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê da. Gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wek Ajansa Rojnews, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikîn û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek ya li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.”   Daxuyaniya ROJNEWS'ê wiha ye:    “Ji bo raya giştî   * Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistan û Iraqê   * Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û tevayî rêxistinên navxweyî û navdewletî yên ji bo azadiya rojnamegerî û mafên mirov,   * Tevayî nûnertî û konsolosxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê,   Ev hefteyeke rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me (Rojnews) Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve hatiye revandin û heta niha jî windaye. Şeva borî Asayîşa Dihokê eşkere kir ku wan Silêman Ehmed revandiye.   Silêman Ehmed xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev pênc salin li Başûrê Kurdistanê dijî û li gel ajansa me de kar dike. Roja 1’ê Cotmehê ji bo taziya babê xwe û serdana malbata xwe bike bi awayek fermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Dema divegere Başûrê Kurdistanê, li deriyê Fîşxabûr (Sêmalka) bêy ku ti sedemek yasayî hebe û ti tiştek diyar bikin, ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve tê revandin. Ji wê demê ve peywendiya wî li gel me û malbata wî qut bûye. Silêman Ehmed rojnamevanek çalak bû, di nava pênc salan de bêy ku qut bibe bi berdewam kar kiriye. Di heman demî de endamê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye.   Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, şeva borî asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.   Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek ya li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.   Em weke ajansa Rojnewsê vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”