Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da 2023-10-31 16:19:14   EQNERE - Li ser daxwaza Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, dadgeriyê ji bo nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi sernavê “Dewletê zaroka êzidî ya ji bo wê biryara ‘parastinê’ dabû radestî malbata DAIŞ’î kir” biryara astengkirinê da.    Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo astengkirina nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi sernavê “Dewletê zaroka êzidî ya ku ji bo wê biryara ‘parastinê’ dabû radestî malbata DAIŞ’î kir” serî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Enqereyê da. Dadgeriyê jî ev serlêdan nirxand û biryara astengkirina nûçeyê da.    JI BER ‘BAZIRGANIYÊ MIROVAN’ TÊ DARIZANDIN   Endamê DAIŞ’ê ji ber sûcê “bazirganiya mirovan” tê darizandin û jê re 18 sal cezayê hefsê tê xwestin. Danişîna wî di 26’ê cotmehê de li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Lê belê tev li danişînê nebû. Ji bo girtina endamê DAIŞ’ê biryara girtinê hate dayîn û hat îdiakirin ku piştre hate binçavkirin. Lê belê piştre derket holê ku endamê DAIŞ’ê nehatiye binçavkirin. Derket holê ku zaroka ku wezaretê teslîmî endamê DAIŞ’ê kiribû dîsa teslîmî wezaretê hatiye kirin.    ÇI BÛBÛ?   Di sibata sala 2021’an de li Enqereyê polîs û endamên îstîxbaratê li dijî hucreya DAIŞ’iyan operasyon li dar xistin. Di operasyonê de zaroka êzidî hate rizgarkirin. Derket holê ku DAIŞ’iyan zaroka behsa xeberê li ser înternetê “daye ber firotinê.” Serdegirtin û agahiyên têkildarî zaroka hatiye rizgarkirin jî bi danezanekê û bi dîmenan bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji ber revandina zarokê û dîlgirtina wê ya li mala xwe, îfadeyên hemwelatiyên iraqî Anas V., Nasir H.R. û Sabbah Alî Oruç hatin girtin. Ji kesên hatine binçavkirin Anas V. û Nasir H.R. piştî îfade û lêpirsîna li dozgeriyê, di 27’ê sibatê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Sabbah Alî Oruç jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.    Îdianameya DAIŞ’iyên behsa xeberê di 8’ê adara 2021’an de hate qebûlkirin. Di îdianameyê de her sê DAIŞ’î jî ji sûcên “Endamtiya rêxistina terorê ya DAIŞ’ê” û “Di rêveberiya rêxistinê de cih digirin” hatin darizandin. Li gorî îdianameyê, Sabbah Alî Oruç ê DAIŞ’î, di sala 2018’an de li gel hevjîna kekê xwe çûye Îdareya Koçberiyê ya Enqereyê û ji bo nasnameya zaroka êzidî serlêdan kirine. Sabbah Alî Oruç diyar kir ku di mijara derxistina nasnameyê de dereng mane.  Navê kekê zarokê û bi hejmara 990….6990’an bi navê “Aişe Sabbah. A.O.” nasname hate derxistin.   Di nûçeyekê de hat gotin ku derheqê DAIŞ’iyên zaroka Şengalî anîn Tirkiyeyê de bi sûcê “Bazirganiya mirovan a navneteweyî” doz hatiye vekirin. Her wiha di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji bo zarokê biryara “parastinê” hatiye dayîn û radestî wezaretê hatiye kirin lê wezaretê di pêvajoya lêpirsînê de jî zaroka êzidî ji bo di rojên betlaneyê yên hefteyê de li cem wan bimîne, şandiye gel malbata DAIŞ’î.    Li gorî agahiyên di dosyaya dozê de; yekîneyên TEM’a Enqereyê di 24’ê sibata 2021’ê de zaroka êzidî radestî Mala Sevgî ya Pursaklar a girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî kir û sê meh piştre jî wezaretê hemû rojên betlaneyê yên hefteyê zaroka êzidî ji bo li wir bimîne şand cem malbata DAIŞ’î.