Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan 2023-10-31 17:00:00 AMED - Abdullah Bozkoyûn ê ku tenê ji “Doza Sereke ya KCK’ê” ya navenda wê Amed bû dihat darizandin, hat berdan.  Li Amedê “Doza Sereke ya KCK’ê” di sala 2009’an de hatibû destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya berê Pero Dundar û parlamenterê HDP’ê yê berê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HEDEP’ê Tayîp Temel jî di nav de 36 kes ji dozê tên darizandin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Abdullah Bozkoyûn ê tenê ji dozê girtî dihat darizandin, ji girtîgeha lê ragirtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen beşdarî danişînê bû. Parêzer jî di danişînê de amade bûn. Temel û Dundar û yên din ku tên darizandin beşdarî danişînê nebûn.   Abdullah Bozkoyûn di danişînê de parastina xwe kir û bi bîr xist ku 12-13 sal berê ji heman îdiayan dihat darizandin û beraet kiriye û piştî dadgeha bilind biryarê xera kiriye dîsa hatiye girtin û ev demeke girtî ye. Bozkoyûn îdiayên li ser xwe red kir û xwest bê berdan. Dozger xwest Bozkoyûn girtî bê darizandin û kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.    Paşê dadgehê biryara xwe eşkere kir û dema girtina Bozkoyûn li ber çavan girt û biryara berdanê da.