Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad 2023-10-31 19:28:37     AMED- Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ku ji girtîgehêd erket û ji aliyê hevpîşeyên xwe ve hat pêşwazîkirin, diyar kir ku rojnamevanî ne sûc e û got: "Bijî çapemeniya azad."    Rojnamevan Mehmet Şah Orûç ku di 25'ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hat girtin, di danişîna dozê de ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê de hat berdan. Orûçê ku hat berdan, ji Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê derket. Malbata Orûç, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û hevpîşeyên Orûç ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.   Orûç li ber girtîgehê axivî û got ku 6 meh berê rojnamevaniya wan hatiye krîmînazlîdekirin. Orûç destnîşan kir ku rojnamevanî ne sûc e û bibîr xist ku Edîtorê MA'yê Abdûrrahman Gok di girtîgehê de ye û silavên xwe jê re şand.   Orûç herî dawî got: "Em careke din dibêjin, rojnamevanî ne sûc e. Bijî çapemeniya azad."