ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-01 09:00:30     * Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" Prof. Dr. Fatma Gok diyar kir ku rêya demokratîkbûyîna welêt bi çareserkirina meseleya kurd pêkan e û got: "Ez wisa difikirim ku dê Abdullah Ocalan tevkariyeke pir mezin li aştiyê bike."    * Salman Yildiz ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşîna epîlepsiyê pê re heye, li Girtîgeha Tîpa M a Mûglayê xistin hucreya yekkesî.    * Pisporê Rojhilata Navînê Bereker Kar anî ziman ku dê şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de li herêmê bibe cihê geşedanên nû û cuda.    * Erdnîgariya Botanê ya bêhempa, ji aliyekî ve bi çêkirina bendavan û qirkirina daristanan û ji aliyê din ve jî bi destê şîrketên madenan de tê talankirin. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram got: "Erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin û bi vê re armanc bêbîrkirina mirovan e."   * Ji sala 2019’an ve ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, her sal 2’yê Mijdarê weke “Roja Rojava ya Cîhanê” tê pîrozkirin. Roja ku kesên jê re dibêjin “jiyaneke nû pêkan e” îsal jî dê di bin siya êrişan de were pîrozkirin.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)   * Danişîna doza der barê 6 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê hatibû girtin de hatiye vekirin dê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)   * Înisiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) dê ji bo 3 girtiyan li ber Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Baroya Wanê dê rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Xelat, Panos û Wanê amade kirî li avahiya baroyê aşkere bike. (12.30)   * Gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)