Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî 2023-11-01 09:09:09   ÊLIH - Salman Yildiz ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşîna epîlepsiyê pê re heye, li Girtîgeha Tîpa M a Mûglayê xistin hucreya yekkesî.    Salman Yildiz ê ji sedî 68 astengdar ku piştî êrişên DAIŞ'ê ji bo piştevaniyê çû bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li wir birîndar bû, piştî li Rihayê hat dermankirin bi awayekî birîndar hat girtin. Yildiz ku sewqî Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hat kirin û salek bi şûn de hat berdan, Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Yildiz ku dermankirina wî dewam dikir, di 5'ê sibata 2022'yan de li Mûglayê hat binçavkirin û paşê bi hinceta "gumana revê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê.    Yildiz ê ku ji ber derba ku li Kobanê ji serê xwe xwar di meşê de zehmetiyê dikişîne û nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye, xistin hucreyeke yekkesî. Yildiz ku ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Menemenê hat kirin, di 29'ê cotmehê de cardin ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê. Yildiz ku di 30'yê cotmehê de telefonî malbata xwe kir, ragihand ku ew xistine hucreya yekkesî.    'ZILM E'   Dayik wî Sabîha Yildiz (53) diyar kir ku bi vî awayî kurê wî ber bi mirinê ve tê şandin û got: "Nikare bi tena serê xwe bijî. Epîlepsî lê peyda bûye. Kesekî bi epîlepsiyê nikare bi tena serê xwe bimîne, mayina bi tena serê xwe mirin e. Gava bi tayê bikeve divê kesek li cem wî be. Xetereya ku zimanê xwe daqurtîne û bêhna wî biçikê heye. Em li bendê bûn bê dermankirin, lê rabûne ew xistine hucreyeke yekkesî. Ev zilm e, nayê pênasekirin. Ji bo zarokên me nedin me, çi ji destê wan tê dikin."    BANGAWAZÎ   Yildiz anî ziman ku kurê wê bi hinceta "dibe ku bireve" nêzî 2 sal in di şert û mercên giran de dimîne û got: "Hê dermankirina wî dewam dikir, ew şandin girtîgehê. Li girtîgehê nehat dermankirin. Kesên sûcên mezin dikin berdidin an jî wan bi awayekî negirtî didarizînin. Lê kurê min ê ku nikare bi tena serê xwe bijî şandin girtîgehê. Bi ser de jî ew xistine hucreyeke yekkesî."    Yildiz ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir û xwest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê.