Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike 2023-11-01 09:09:59   STENBOL - Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" Prof. Dr. Fatma Gok diyar kir ku rêya demokratîkbûyîna welêt bi çareserkirina meseleya kurd pêkan e û got: "Ez wisa difikirim ku Abdullah Ocalan dê tevkariyeke pir mezin li aştiyê bike."    Siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin di 28'ê cotmehê de li hev kom bûn û deklarasyona bi sernavê "Banga Aştiyê" ragihandin. Di deklarasyonê de banga ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin. Ji îmzevanên deklarasyonê Prof. Dr. Fatma Gok, deklarasyonê nirxand.    DEMOKRATÎKBÛYÎN    Gok bilêv kir ku meseleya kurd ku hê jî nehatiye çareserkirin bandorê li hemû gelan dike û got: "Meseleya kurd, tenê ne meseleya Kurdistanê ye. Ev kengî bibe meseleya me, em ê wê gavê karibin pêş ve biçin. Divê em hemû li ser vê meseleyê hûr bibin."    Gok destnîşan kir ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurdan pêkan e û got: "A rast me ev pêvajo dît. Siyaseta kurdan ji bo çareserkirina vê meseleyê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî hewl da, lê belê hat astengkirin."    AKTORÊ HERÎ GIRÎNG: ABDULLAH OCALAN   Gok bilêv kir ku di çareserkirina meseleya kurdna de aktorê herî girîng Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Ez wiha difikirim ku dê Ocalan ku kurd wî wekî rêberê xwe dibînin tevkariyeke pir mezin li aştiyê bike. Helbet gava dewletê dest ji polîtîkaya aştiyê berda û şer esas girt, ev tevkariya Ocalan jî ji holê rabû. Bi ya min divê Ocalan jî di nava vê pêvajoya hatiye destpêkirin de hebe."    MA / Ferdî Bayram