Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin 2023-11-01 09:12:00   ŞIRNEX - Erdnîgariya Botanê ya bêhempa, ji aliyekî ve bi çêkirina bendavan û qirkirina daristanan û ji aliyê din ve jî bi destê şîrketên madenan de tê talankirin. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram got: "Erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin û bi vê re armanc bêbîrkirina mirovan e."    Di çarçoveya polîtîkayên "ewlehîparêz" de wekî gelek bajarên Kurdistan, li Şirnexê jî talankirina xwezayê bênavber didome. Di salên 90'î de gelek bajar bi hinceta "ewlehiyê" hatin valakirin û ji ber vê bi deh hezaran mirov ber bi Herêma Kurdistanê, navenda bajêr û navçeyan an jî metrepolên Tirkiyeyê ve hatin koçbekirin. Ev qirkirina ekolojîk a bi armanca ji mirovan xalîkirina bajêr, di dema desthilata AKP'ê de gihîşt asta herî jor.   Desthilata AKP'ê ku polîtîkayên neolîberal esas digire, rê li ber şîrketên monopol vekir ku vê erdnîgariyê talan bikin. Di 19 salên dawî de li geliyên herêmê 7 bendav hatin çêkirin û çêkirina 2 bendavan jî didome. Li gel van bendavan li 38 deverên cuda golên biçûk hatin çêkirin. Ji aliyekî ve çêkirina bendavan didome, li aliyê din jî ji bo derxistina komirê, sifir, madeyya çîmentioyê û fosîlan erdnîgariya herêmê hatiye tarûmarkirin.    Ji bo komira ku li navenda bajêr û li navçeya Qileban û navçeya Silopiyayê bi giştî 150 milyon ton rezerva w heye, hem bi awayekî qaçax hem jî bi awayekî qanûnî bi dehan kanên madenê hatin çêkirin. Daristanên mezin, ji bo van kanên madenan hatin talankirin. Li gor daneyên Midûriyeta Daristanê ya Herêmê di 7 mehan de ji sedî 7'yê daristanên herêmê hatine qirkirin. Li bajêr ku salê nêzî 500 ton dar tên birîn, biha jî bi destê Şîrketa Anonîm a Petrolê ya Tirkiyeyê (TPO) li Çiyayê Gabarê, li Çiyayê Cûdiyê û li Zozana Feraşînê ji bo derxistina petrolê ekolojî tê qirkirin.    TPO'yê di 23'yê cotmehê de bi sernavê "Li Gabarê rojê 25 hezar varîl petrol" dîmenek belav kir. Di dîmenê de hat ragihandin ku dê heya dawiya sala 2023'yan 35 hezar û heya dawiya 2024'an jî 100 hezar varîl petrol bê hilberandin. Ev yek careke din qirkirina xwezayê dide der. Her wiha ev dîmen armanca biryarên "Herêma Ewlehiya Taybet" jî eşkere dike.    Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram destnîşan kir ku li bajêr qirkirineke xwezayê ya gelekî mezin heye.    Şenbayram diyar kir ku li Şirnexê 10 sal in lêgerîna ji bo petrol didome û got: "Di dema van lêgerînan de li Çiyayê Gabarê, li Çiyayê Cûdiyê û li Zozana Feraşînê û bi giştî li seranserê herêmê xebatên lêgerînê tên kirin. 2-3 sal in jî li şûna lêgerîna ji bo petrolê, li cihên ku berê tespît kirine bîrên petrolê tên kolandin. Bi taybetî jî li Çiyayê Gebarê bi avakirina tesîsa TPO'yê re em bi qirkirineke xwezayî re rû bi rû dimînin."    ‘HEMÛ HABÎTAT HAT TUNEKIRIN'   Şenbayram diyar kir ku ji bo lêgerîna li madenan û qadên derxistinê hin şert û mercên destûrê hene û got: "Lê belê TPO ji bo karê derxistina petrolê, daxuyand ku li Gabarê dînamîtên mezin teqandine û bi vê re gelek daristan qir kirin. Herêm veguheriye kuna xiltan. Çawa berê li Şirnexê bi avakirina kanên komirê herêmê pêşkêşî rantê kirin, niha e dibînin hem tişt ji bo petrolê jî tê kirin û herêmê talan dikin. Tesîsên ji bo madenan û petrolê hatine avakirin û rêyên ji bo veguhastina wan hatine çêkirin, hemû bi xwe re pergaleke rant ya cidî tînin. Her wiha ev tişt xwezayê bi temamî qir dikin. Mînak, gava rêyek bê çêkirin, beton tê rijandin û ax namîne. Gava maden tên derxistin jî daristan tên şewitandin an jî tên birîn. Niha mirov nikare li Gebarê behsa daristanan bike. Tevahiya habîtatê hatiye qirkirin."    'EWLEHÎ BAHANE YE'   Şenbayram bal kişand ser herêmên ku ji aliyê walîtiyê ve wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" tên ragihandin û got ku daristan tenê ne bi hinceta "ewlehiyê" ji bo rantê li ranta sermayedaran zêde bikin tên birîn û ew wiha difikirin ku biryarên ragihandina "herêma ewlehiyê" jî ji bo talanê tên girtin.    ‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'   Şenbayram destnîşan kir ku ji bo kar û barên madenvaniyê herêm ji mirovan tê xalîkirin û wiha axivî: "Di salên 90'î de bi hinceta ewlehiyê bi darê zorê mirov hatin koçberkirin. Lê hê jî nahêlin mirov vegerin gundên xwe. Ji bo kêmkirina maliyetên saziyên li herêmê, naxwazin der barê jiyanê de tu tişt hebin. Ji ber vê qedeyan datînin ber mirovan ji bo neçin gundên xwe û serdana warên xwe nekin. Ji lew re ger li van cihan ku madenan derdixin liv û tevgera mirovan hene, saziyên madenan divê ji bo mirovên li wir, li cihekî din qadeke jiyanê pêşkêş bike. Lewma van deran wekî herêmên ewlehiya taybet îlan dikin."    Şenbayram bal kişand ser herêmên ku ji bo madenana hatine talankirin û got ku ev dever qadên jiyanê yên bi hezaran salan e. Şenbayram wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mînak, Çiyayê Cûdiyê cihê keştiya Hz. Nûh e. Erdnîgariya Mezopotamyaya qedîm e ku warê ewil ê mirovan e. Lewma çawa xwezayê ji mirovan xalî dikin, bi heman awayî dixwazin dîroka mirovan jî tune bikin. Bîra mirovan tê tunekirin. Şopên rabirdûya wan tên tunekirin."    MA / Omer Akin