Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin 2023-11-01 09:22:17   ENQERE - Teklîfa bûdçeyê ya Wezareta Xizîne û Darayî ku 4 trîlyon û 5 milyar lîre ye, ji hêla komîsyonê ve hate qebûlkirin.    “Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an” a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê hate kirin. Hevdîtinên li ser teklîfê hêj berdewam in. Teklîfa bûdçeyê ya Wezareta Xizîne û Darayî ku 4 trîlyon û 564 milyar û 425 milyon lîre ye ji hêla komîsyonê ve hate nirxandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) xwest ku deynên cotkar û esnafan bên jêbirin, heta pirsgirêka cihê mayînê yê xwendekaran bi temamî ji holê radibe alîkarî were dayîn. Di heman demê de HEDEP’ê pêşnûmeyek da komîsyonê ku ji bo mexdûriyeta teqawidan ji holê rabe mûçeyên wan bên başkirin. Lê hemû pêşnûme hatin redkirin. Bûdçeya wezaretê piştî hevdîtinan hate qebûlkirin.