Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû 2023-11-01 09:28:46       STENBOL - Pisporê Rojhilata Navînê Bereket Kar anî ziman ku dê şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de li herêmê bibe cihê geşedanên nû û cuda.    Hamasê di 7'ê Cotmehê de bi navê "Tofana Aksayê" êriş bir ser Îsraîlê. Piştî vê êrişa Hamasê Îsraîlê Xezeyê hedef girt. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de 26 roj in didome. Di van 26 rojan de di êrişên Hamasê de zêdetirî hezar sivîl û di êrişên Îsraîlê de jî zêdetirî 2 hezar jin û zarok di nav de di ser 6 hezarî re sivîl mirin. Her wiha Tirkiyeyê jî di heman demê de êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di van êrişan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û qadên jiyanê û xizmetê yên herêmê hedef hatin girtin.    Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, bandorên şerê Îsraîl-Filistînê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin.    ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ BER BI KU VE DIÇE?   Kar diyar kir ku şerê ku di 7'ê Cotmehê de di navbera Îsraîl-Hamasê de dest pê kir, di encama qewimînên heya niha li Rojhilata Navîn qewimîne derketiye holê û "Bihara Ereban" ku di sala 2011'an de li Tûnisê dest pê kir û li hemû welatên ereban belav bû bibîr xist.    Kar bilêv kir ku şerê ku li seranserê Rojhilata Navînê dest pê kiriye li hemû welatên ereban dewam dike û got ku şerê vê dawiyê yê Îsraîl-Filistînê jî dê hin hevsengiya biguherîne. Kar wiha pê de çû: "Ne pêkan e ku ev şer zû bi dawî bibe. Li aliyê din piraniya welatên Kendavê di çaçroveya peymanên Îbrahîm de bi Îsraîlê re ketin nava notralîzasyonekê. Welatên Kendavê û ereban, hewl didan têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re nerm bikin, lê gelan ev têkilî esas negirtine. Welatên Kendavê û ereban ji aliyekî ve li dijî sîyonîzma Îsraîlê protesto pêş dixin, li aliyê din DYA'ya endama NATO'yê jî fîlo şandin Behra Spî. Ev yek jî pirsên wekî dê ev şer ber bi ku ve biçe li mirovan peyda kir."    Kar bilêv kir ku Îsraîl di vî şerî de bêyî haya wê jê hebe hat girtin û niha ne xwedî stratejiyeke cidî ye û got ku dîtina ku hêzên emperyalîst Hamasê wekî DAIŞ'ê dibînin û dixwazin wê ji holê rakin ne rast e. Kar destnîşan kir ku îdiayên Îsraîlê ku digot 'Ger extiyarên filistînî yên niha bimirin û nifşên nû filistînê jibîr bikin, dê doza Filistînê ji holê rabe' rûxiyane û got ku dê tevgerên berxwedanê yên Filistînê jî nikaribin bi tena serê xwe vê meseleyê çareser bikin.   Kar wiha domand: "Gelê Filistînê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşe. Lê gava ew bi hêzên berxwedanê yên din ên li Rojhilata Navîn re, bi hêzên wekî kurdan ên ji bo azadiyê, demokrasî û aştiyê têdikoşin bibe yek dê bi ser bikeve. Ger vê yekê bike, hêzên emperyal çi qasî fîloyên mezin tînin bila bînin, dê nikaribin xwe li ber berxwedana gelan ragirin."    ‘DYA NAXWAZE ŞER LI HERÊMÊ BELAV BIBE'   Kar destnîşan kir ku DYA û hêzên emperyalîst naxwazin şerê Îsraîl-Filistînê veguhere şerekî herêmê û sedema vê yekê wiha rave kir: "66 keştiyên Çînê ber bi Behra Spî ve bi rê ketin. Daxuyaniyên Koreya Bakur, daxuyaniyên Îranê û tew hin agahiyên bi dest me ketine, DYA ji Fransa, Îngîltereyê hin şande şandine cem Hîzbullahê û fikarên xwe yên wekî 'Hûn daxilî vî şerî nebin, em ê li wir piştgiriya Îsraîlê bikin. Lê ger hûn tevî Hamasê li bakur şerekî bidin dest pê kirin, dê ev veguhere şerekî herêmî' ragihandine. Ev fikar hê jî didomin. DYA, tenê ne ji ber kêmbûna hêz aleşkerî, nikare li van deran îstiqrar û aştiyê ava bike, lewma naxwaze ev şer belav bibe."    ‘NE ŞERÊ GELAN E'   Kar destnîşan kir ku ev şer ne şerê gelan e û got ku ger hêzên sosyalîst û deokratîk bi gelan re tevbigerin dê emperyalîzm gelekî paş de biçe.    Kar bilêv kir ku di pêvajoyeke wiha de ku Rojhilata Navîn jinûve likil digire, tevgera azadiyê ya kurdan tevî hemû tiştan jî li her çar parçeyan têkoşîna xwe didomîne û got ku têkoşîna gelê kurd û tevgera azadiyê ya gelê Filistînê dê li Rojhilata Navînê têkoşîna rizgariyê ya gelên bilind bike. Kar wiha domand: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi qas bihêz dibe bilka bibe jî, ji teref emperyalîstan ji bo êrişan vekiriye. Lewma divê pireke tekûz bi tevgera gel a Filistînê re deyne. Çendî niha pozîsyona Rêveberiya Xweser girîng be jî, divê em zanibin ku li cihekî talûke ye. DYA ji bo berjewendiyên xwe çiqasî li wir dibe bila bibe, lê ev têr nake."   Kar di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku rola Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn qels bûye û got: "Herî dawî ji bo şerê Îsraîl û Filistînê xwest di nava her duyan de bibe garantor, lê ne diyar e ku d aştiyê li se rkîjan esasî ava bike. Her wiha Tirkiye tiştekî wiha bixwaze jî welatên ereban destûra tiştekî wiha nadin. Welatên emperyalîst û DYA jî tiştekî wiha naxwazin. Ji lew re ger li herêmê Îsraîl birûxe, tekane hêza ku DYA xwe bisipêrê Tirkiyeya NATO'yê ye. Lewma dê DYA heya dawiyê piştgiriya ÎSraîlê bike ku wê wekî cendirmeyan tayin kiriye û wê xwedî dike."    Kar di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke wiha de ye ku geşedanên nû û cuda rû didin û got ku ev pêla nû dibe ku hemû gelên herêmê bihewîne û bibe cihê geşedanên nû.    MA / Esra Solîn Dal