Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye 2023-11-01 10:16:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Karsaz Osman Kavala ku 6 sal in di girtîgehê de ye peyamek şand û wiha got: “Hêj hêviya min heye ku dê rojekê li welatê min hiqûq serwer bibe.”    Karsaz Osman Kavala ji ber protestoyên sala 2013’an ên Gezî Parkiyê hate darizandin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Kavala, 6 sal in girtî ye û bi boneya sala 6’emîn peyameke nivîskî şand.   Li ser hesava X’ê ya bi navê “Kavala'ya Özgürlük” de ev peyam hate parvekirin:    “Bêyî ku delîlek were nîşandan ev 6 sal in di girtîgehê de têm ragirtim. Li bendê bûm ku ev rewş bi dawî bibe lê piştî Dadgeha Bilind ev derhiqûqtiye erê kir û şert û mercên min ên înfazê girantir bûn. Asambleya Parlamenterên Konseya Ewropayê her sal li ser navê Vaclav Havel ku ew jî mîna min hatibû girtin xelatê dide û ez hêjayî vê xelatê hatim didim. Ji ber ku hêjayî vê xelatê hatim dîtin, serfiraz im. Lê belê êrişa Hamasê ya li dijî sivîlan û bombebarana Îsraîlê ya li Xezayê û karesata bi xwe re anî nehişt ku ez keyfxweşiya xwe bijîm. Hêviya min ew e ku tevahiya saziyên navneteweyî li dijî vê teror û tundiya ku çavkaniya xwe ji bêedaltiyê digire bêhtir bihestiyar tevbigerin û li gorî normên hiqûqê tevbigerin û bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigirin.    Weke ku Havel jî gotiye; ‘Ya herî girîng ew e ku mirov hêviya xwe winda neke.’ Hêviya min heye ku dê rojekê li welatê min hiqûq serwer bibe.    Osman Kavala, 1’ê mijdara 2023’yan.”