8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin 2023-11-01 11:46:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Aqûbeta rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ROJNEWS'ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 8 roj in nayê zanîn.   Edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 8 roj in der barê aqûbeta wî de tu agahî nîne.   Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyek berovajî û nerast got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.   Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.   ROJNEWS dibêje ku ew tawanbariya nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin û daxwaz dike ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.