Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn 2023-11-01 11:53:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di encama êrişa li dijî gundên Toxar û Ewn Dadatê ên Minbicê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.    Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter duh (31) bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Toxarê yê li bakurê Minbicê kirin. Bi awayeke hemwext gundê Ewn Dadatê jî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de yek jê zarok bi giştî 2 kes birîndar bûn.”