Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin 2023-11-01 13:51:00   ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyayê 5 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Silopiya Şirnexê polîsan li taxên Dîcle, Ş. Harun û Başakê avêtin ser malan. Di serdegirtina malan de Hasan Azma, Mesut Avil, Serkan Bayrak, Yusuf Saymak û Yusuf Pîrînç hatin binçavkirin. Sedemê binçavkirina 5 ciwanan nehate zanîn. Her 5 kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Silopiya.