Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye 2023-11-01 14:35:53   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî nûçeya me ya “Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Terorê yê bi tiryakê hatiye girtin” kir rojev û wiha got: “Dema mijar dibe axaftin peyvên welat, milet, şehîd, gazî û têkoşîna li dijî terorê li ser zimanê wan kêm nabin lê di rastiyê de tiryak û bazirganiya wê heye.”    Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin û nîqaşên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam in.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinên ser bûdçeya Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Xebatê de axivî û bal kişand ser têkiliya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de.    ‘HÛN JI DIL NÎNIN’   Tîryakî, pirsa “Gelo ma piştî we ji dewletekê re got teror û rêxistin ma hewce nake hûn têkiliyên xwe re pêre qut bikin?” kir û wiha got: “Lê pirsgirêk ev e; hûn di van gotinan de jidil nînin. Em her tim li cem doza mafdar a gelê Filistînê bûn û dê her li gel wan bin. Lê hûn li rexekî bi milyonan kesan ji bo  Filistînê kom dikin û ji bo Îsraîlê dibêjin ‘dewleta terorîst’ û dibêjin ‘em bi gelê Filistînê re ne’ lê li hêla din tu gavan naavêjin. Lewma hûn ji dil nînin.”    ‘BÊÎHALE Û BÊBAZARÎ’   Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku bazirganiya bi rêya behra tê kirin li gorî rêyên din pir zêdetir e û bal kişand bendergehên Tirkiye di bazirganiya behrê de bi kar tîne û bêûsuliyên tên kirin. Tîryakî, ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim nîşanî we bidim bê ka çavkaniyên welat û bendegeh çawa pêşkeşî hinek kesan tên kirin û dixwazim li vir bên qeydkirin. Bendergeha Antalyayê, di sala 1998’an de hate xwemalîkirin. Mafê birêvebirinê dan şîrketeke Qeterê. Ev peyman heta sala 2047’an derbasdar bû lê ev qanûn ji hêla AYM’ê ve hate betalkirin. AYM’ê ji bo Bendergeha Alanyayê jî biryara betalkirinê da. Ev bendergeh bêyî bazariyê û bêîhale hatibûn dayîn. Her wiha Bendergeha Hopayê heta sala 2046’an, Berdergeha Sali Pazari ya Stenbolê, heta sala 2062’yan bêyî îhale were kirin û bêyî bazarî were kirin dê bidana Koma Galata Port Doguşê.”   SEROKÊ KOMELEYÊ YÊ HATIYE GIRTIN BI BÎR XIST   Bi domdarî Tîryakî têkildarî rewşa bendergehên din jî agahî parve kir û wiha bang li Wezîrê Bazirganiyhê Omer Bolat kir: “Gelo di vê mijarê de nêrîna we çi ye? Gelo hûn jî bêyî îhale û bêyî bazariyê dewrkirina van bendergehan rast dibînin? Di polîtîkaya we de planeke wiha heye?”   Tîryakî bal kişand ser tiryaka bi rêya behrê tê Tirkiyeyê û nûçeya MA’yê ya têkildarî girtina Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Terorê û Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Lehengên Peywirê Şehîd û Gaziyên re Şahîn Aslan a ji ber sûcê tiryakê bi bîr xist.    Tîryakî, li ser serokê komeleyê yê ji ber tiryakê hatiye girtin AKP sûcdar kir û ev tişt anî ziman: “Dema dor tê axaftinê ji zimanê wan gotinên welat, milet, şehîd, gazî û têkoşîna li dijî terorê kêm nabe. Lê di rastiyê de tiryak û bazirganiya wê heye. Rewşa welat ev e. Têkiliya van tevekan bi burokratên we re heye.”    MHP’Ê XWEST MUDAXILE BIKE   Cîgirê Komîsyona Plan û Bûdçeyê yê MHP’î Îsmaîl Faruk mudaxile kir ku gotinên Tîryakî qut bike û li ser vê yekê nîqaş derket.    Tîryakî axaftina xwe wiha domand: “Herin hûn dê van kesan li cem malbatên li Amedê bibînin. Pirsgirêk ev e, cemawerî bi awayekî rê dide mirovan. Nexwe ev kes nikarin wiha ewqas bêperwa van tiştan bikin. 4 ton û 9 kîloyên tiryakê li Kolombiyayê hatin bidestxistin. Dê ev tiryak bihata Stenbolê. Polîsên Stenbolê xwediyê şîrketa ku dê ev tiryar bigirta 16 meh piştre binçav kir. Lê em nizanin piştre çi bû. Dibe ku hatibe berdan.  Gelo têkoşîna we ya li dijî tiryakê wiha ye? Em qala rêjeyeke tiryakê ya ku bihayê wê yê piyasayê 265 milyon dolar e. Anku 7 milyar û nîv TL ye. Heke bendergeh veneguherîbûna rêyên serbest û kontrolên li gumrikê wiha qels nebûna ma dê bikariyan wiha bikin?”   NAVENDA TIRYAKÊ   Tîryakî, axaftina xwe wiha qedand: “Tiryaka tê Tirkiyeyê difiroşin Rojhilata Navîn. Dev ji zanîngehan berdin, li vî welatî êdî tiryak dikeve dibistanên amadehî, dibistanên navîn û pêşdibistinan. Niha mezintirîn pirsgirêka bajarên Anatoliyayê dibe tiryak. Pêşeroja vî welatî, ya zarokên em tê tunekirin. Tirkiye bûye navenda tiryakê ya cîhanê. Xuyaye ku otorîteya cemaweriyê ewqas qels bûye. Di nava cemaweriyê de hinek kes alîkariyê didin vî karî. Tirkiye veguheriye baregeha baronên tiryakê. Li cihê ku li welatên xwe bijîn, berê xwe didin Tirkiyeyê. Li vir bi rehetî dijîn. Ev, pirsgirêkeke mezin e. Ev pirsgirêk, pirsgirêka me tevan e. Her kêliya ku hûn tevdîran nagirin, dibin şirîkên tiryaka dikeve welat.”