OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir 2023-11-01 15:11:57   AMED - Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hejmara ewil a “Bultena Tecrîdê” ku derheqê tecrîda li Îmraliyê de hatiye amadekirin, weşand.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo raya giştî ji polîtîka û sepanên tecrîdê yên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tên ferzkirin agahdar bike, bulten amade kir.    Weşana bi navê “Bultena Tecrîdê” li ser hesaba komeleyê ya medyaya dijîtal hate ragihandin.    Di bultenê de şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê hatin vegotin û ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din wiha hate gotin: “Di rejîma înfazê ya girankirî ya pergala tecrîdê ya Îmraliyê de di bin şert û mercên awarte yên tecrîdê de tên ragirtin.”    Di bultenê de hat destnîşankirin ku Girtîgeha Îmraliyê ji bo şexsê Abdullah Ocalan bi taybet hatiye dîzaynkirin û ji roja hatiye avakirin heta niha veguheriye cihê binpêkirina mafên bingehîn û azadiyan.    Bi domdarî di bultenê de hat bibîrxistin ku Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha tenê 5 caran kariye hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike ku ya herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Her wiha hat gotin ku Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe re li ser telefonê axiviye lê ev telefon di niviyê de hatiye birîn û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Komeleyê di bultena xwe de destnîşan kir ku girtî Hamîlî Yildirim di 29’ê adara 2015’an de birine Girtîgeha Îmraliyê û ji roja birine wir heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye û tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.    Her wiha hat daxuyandin ku ji 25’ê adara 2021’ê heta niha ji Îmraliyê agahî nayên girtin û bal kişand ser serlêdana bi mebesta tevdîrê ya di sala 2022’yan de ji bo Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kirin. Di bultenê de hat destnîşankirin ku Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê daxwaza tevdîrê qebûl kiriye û di îlona 2022’yan de ev daxwaz ji dewleta tirk kiriye: “Divê dawî li rewşa girtîbûnê ya incommunicado ya serlêder pê re rû bi rû dimînin were anîn û bêyî ku sînorek were dayîn serlêdêr kîjan parêzerî bixwaze divê tavilê bikare pê re hevdîtinê bike.”    Hejmara ewil a bultenê hate weşandin û hat gotin ku dê her 15 rojan carekê hejmarek were weşandin.