Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin 2023-11-01 15:27:24   STENBOL - Nivîskarê T24’ê Tolga Şardan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hate binçavkirin.    Piştî nivîsa bi sernavê “Di ‘rapora darazê’ ya MÎT’ê pêşkeşî Serokkomariyê kirî de çi heye?”, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derheqê nivîskarê T24’ê Tolga Şardan de lêpirsîn da destpêkirin û biryara binçavkirinê da. Piştî biryarê, polîsan bi ser mala Şardan de girtin û Şardan binçav kirin.    TAWANBARIYA ‘AGAHIYÊN NERAST PARVE KIRINE’    Hat zanîn ku lêpirsîn ji ber nivîsa Şardan a behsa xeberê hatiye destpêkirin û serdozgeriyê Şardan bi sûcê “agahiyên nerast parve kiriye” tawanbar kir.