TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin 2023-11-01 15:28:02   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bal kişand ser astengkirina berdana girtiyên ku dema girtina wan tije bûye. Hevberdevkê TDÎ’yê Abdulmelîk Yalçin got: “Te xwestin ku pergala hiqûqek serwer bê avakirin.”    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan (TDÎ) têkildarî girtiyên bi navê Alî Şen, Dîlan Oynaş û Hatîce Çalihan ku berdana wan ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) ve tên astengkirin li avahiya ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmara (MATUHAY-DER) Dîlek Demîr Sonmez û rêveberên komeleyê piştevanî dan daxûyaniyê.    Di civînê de pankarta “Bila şewitandina înfazê bi dawî bibe” hat daliqandin û Hevberdevkê TDÎ’yê Abdulemlîk Yalçin daxuyanî da.    ‘TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BELAV BÛYE’    Beriya daxuyanî bê dayîn bavê girtî Dîlan Oynaş, Vahap Oynaş da zanîn ku 26 meh in berdana keça wî tê astengkirin û biryarên der barê keça wî de tên dayîn bêhiqûqî ne û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye. Em bang li Wezareta Dadê û hemû partiyên siyasî dikin; pêwîste ev şewitandina înfazan bê sekinandin.”   ‘ASTENGKIRINA BERDANÊ POLÎTÎKAYEK NÛ YE CEZAKIRINÊ YE’   Hevberdevkê TDÎ’yê Abdulmelîk Yalçin daxuyanî da û diyar kir ku berdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirine li ser biryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan tên astengkirin bi mehane berdana girtiyên bi navê Alî Şen, Dîlan Oynaş û Hatîce Çalihan tên astengkirin. Yalçin destnîşan kir ku îdareyên girtîgehan bi hincetên pûç û vala berdana girtiyan asteng dikin û wiha got: “Neberdana girtiyan jî sepanek nû ya cezakirinê ye. Ev cezakirin dewam dike. Poşamntiyê li girtiyan ferz dikin. Li girtîgehan her cure zext, tecrîd, îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Ev polîtîkaya dirêjkirina cezayan a dewletê ye. Tê xwestin ku pergala hiqûqa serwer bikeve dewrê.”