‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’ 2023-11-01 15:35:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi daxuyaniyên li gelek bajaran hatin dayîn re berxwedana dîrokî hate silavkirin û kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di peyamên hatin dayîn de hate bibîrxistin ku kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin û banga mezinkirina hevgirtina bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate kirin   Îro salvegera 9’emîn a îlankirina 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê (EUTCC) Yekîtiya Ewropa (YE) ve û Înîsiyatîfa Kampa Aştiyê bi armanca piştgiriya bi berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Êrişên li dijî Kobanê tevî 9 sal derbas bûne jî berdewam dikin. Îro li gelek deverên cîhanê Roja Kobanê bi hin çalakî û aktîvîteyan tê pîrozkirin. Yek ji navenda çalakî û aktîvîteyan jî bajarên bakurê Kurdistanê ne.    RIHA    DBP, HEDEP û HDP li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate vekirin de Hevseroka HDP’a Rihayê Garîbe Yeşîl axivî. Yeşîl, bal kişand ser berxwedana li Kobanê. Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.    MÊRDÎN    HEDEP, DBP û HDP’ê di çarçoveya bernameyên bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tên lidarxistin de serdana goran kirin. Di çarçoveya bernameyan de li navçeyên Nisêbîn û Qoserê gorên kesên dema Berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin û ew kes hatin bibîranîn.    Li Nisêbînê Hevseroka HDP’a Navçeyê Şîndar Akinci, bi lêv kir ku li Kobanê li dijî êrişên hov berxwedaneke dîrokê tê meşandin û anî ziman ku êrişên li dijî Kobanê qebûl nakin.     Li Qoserê jî Hevseroka HDP’a Navçeyê di bîranîna li ser gorên Mûrat Yurtgul û Emrûllah Akhamûr ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane de axivî û wiha got: “Di destên wan de ne çek pênûs hebûn û da ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin. Lê pergala dagirker zarokên me qetilkirin. Ew jî bûn kevoka azadiyê. Em vê hovîtiyê careke din şermezar dikin.”   Hevserokê HEDEP’ê yê Mêrdînê Alaaddîn Tûran jî anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dan di rûpelên dîrokê de cih digirin û wiha got: “Li dijî faşîzmê şerekî dijwar qewimî û hate qezenckirin. Ev yek di cîhanê de mînakek e.”   Apê Mûrat Yurtgul, Yûsûf Yurtgul jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike û xwest ku nijadperestiya li dijî gelê kurd bi dawî bibe.    Piştî axaftinan beşdarvanan qûrnefîlên sor danîn ser goran.    WAN   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêvebera komeleyê Ayten Kiran a di daxuyaniya li avahiya şaxê hate dayîn de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Roja Kobanê ya Cîhanê.”   AGIRΠ   Li Agiriyê jî Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Gelek kes tevli pîrozbahiya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê ve li avahiya partiyê hate lidarxistin bûn.    Hevserokê HDP’a Navçeyê Serhat Ceylan têkildarî girîngî û wateya rojê axivî. Dû re malbatên zarokên xwe di berxwedana Kobanê de winda kirin, pasteya hate amadekirin birîn. Di pîrozbahiyê de he her tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kobanê” hate berzkirin.    ENQERE    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Enqereyê jî beşdarî civînê bûn. Li eywana civîn lê hate lidarxistin pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç a di civînê de axivî, wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan berxwedana gelê kurd a 134 rojan a li dijî DAIŞ’ê silav dikin. Em li hemû cîhanê careke din daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê tînin ziman. Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be.”   AMED    Bi pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên DBP, HEDEP, HDP, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn û pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê me pîroz be” hat vekirin. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray daxuyanî xwend.    Daxuyanî wiha ye:    "Gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi salan e li dijî dagirkerî, êriş, tunehesibandin, tundî û îşkenceyê li berxwe dide. Ji bo parastina doza têkoşîna xwe ji bo parastina nasnameya xwe her tim serî hildaye. Li dijî dewletên axa wan dagir kirine serî netewandiye, çong daneaniye. Ji dîrokê heta niha berxwedaneke bi rûmet a gelê kurd dewam kiriye. Yek ji mînakên vê berxwedanê jî berxwedana li Kobanê ye û Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Bi Şoreşa Rojava re li cîhanê jinên kurd bûn feyzeke mezin.    Jinên kurd li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa dan. Bi serkeftina Şoreşa li Rojava re jiyaneke nû hat avakirin. Bi berxwedan û pêşengiya jinan ev şoreş mezin bû, ji jinan re rêyeke fireh vekir û li dijî sîstema qapîtalîst bû alternatîfa jiyaneke wekhev, demokratîk û azad. Piştî Şoreşa Rojava ya wekî şoreşa jinê tê pênasekirin jinan di hemû qadan de cihê xwe girtin û pergaleke li ser esasên hevkariya gelan, azadiya jinan hat avakirin. Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê tê pênaskirin. Jinên kurd ji ber ku li Kobanê DAIŞ têk birin, li berxwe dan, serî netewandin loma jî cîhan di bin bandora Şoreşa Rojava de ma. Kesên xwediyê Xelata Nobelê, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, saziyên civaka sîvîl û gelek kesan bang kirin da ku 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê bê îlankirin. Bi vê munasebetê û bi serhildana di peşengiya jinên kurd, gelê kurd di 1'ê Mijdara 2014'an de 1'ê Mijdarê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.    Li gelek welatên cîhanê bi milyonan kes bi kurdan re ketin nava piştevaniyeke xurt. Çimkî hemû cîhanê fam kir ku gelê kurd li dijî hovîtiya DAIŞ'ê li berxwe da. Loma jî li gelek welatên cîhanê peyamên piştevaniyê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dan. Bi taybet  serkeftina jinên kurd a di şoreşê de hat pîrozkirin.    Li dijî vê şoreşê bi hevkariya dewletan êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hîn jî dewam dike. Di 2018'an de Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên cîhanê êrişî Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Li vir xweza û dîroka gelê kurd hat talankirin. Li vir ket nava hewldanên guhertina demografiyê û bû sedem ku gelê kurd dîsa li ser axa xwe bibin koçber. Li dijî van êrişana gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û li cîhanê têkoşîna xwe didomîne. Ji bo pergaleke piştevaniyê, ji tundiyê dûr, demokratîk û aştiyê diparêze, ava bikin kurdan her tim li berxwe dan û ev berxwedan hîn dewam dike. Loma em di wê baweriyê de ne ku ew ê kesên li Kobanê li berxwe dan bi ser bikevin.  Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên hov, bû semboleke berxwedanê. Têkoşerên li Kobanê li berxwe dan cîhan ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin. Loma jî piştevaniya bi Kobanê re gelekî girîng e. Em bang li hemû sazî û dezgehên li qada navneteweyî, raya giştî ya cîhanê û parêzvanên mafên mirovan ên li qada navneteweyî dikin ku ji bo xwedîderketin li berxwedanan Kobanê dengê xwe bilind bikin. Piştevaniya bi Kobanê re, bi Rojavayê Kurdistanê re xurt bikin."    SÊRT    Li Sêrtê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Rêxistina HEDEP’a Sêrtê bal kişandin ser Roja Kobanê ya Cîhanê. TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, rêveberên HEDEP û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniya hate dayîn de bal hate kişandin ser Berxwedana Kobanê û piştevaniya li dora wê bû xeleq têkbirina DAIŞ û hişmendiya alîkariya wê dikir.