HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê 2023-11-01 15:41:59   ENQERE - HEDEP’ê ji bo 1’ê Mijdarê weke “Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê” were ragihandin pêşniyarqanûn da Meclisê.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mêrsînê Alî Bozan ji bo 1’ê Mijar weke “Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê” were qebûlkirin pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê. Di pêşniyarê de hat gotin ku piştî serhildanên gel ên weke “Bihara Ereban” tên pênasekirin li Sûriyeyê belav bûn, rêxistinên weke El Qaîde û DAIŞ’ê rê li ber wêraniyeke mezin vekirine û bal kişand ser êrişa dijwar a DAIŞ’ê ya li ser Kobanê. Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku li dijî van êrişan li Kobanê berxwedaneke dîrokî hatiya raberkirin.    PÊŞNIYARQANÛN   Di pêşniyarqanûnê de ev tişt hatin gotin: “Di serî de gelê kurd, DAIŞ li Kobanê li berxwedaneke mezin a gelên herêmê qelibî. Berxwedana mezin a ku xelkê Kobanê ya li dijî tank, top û çekên giran ên DAIŞ’ê, ji bo gelên Rojhilata Navîn bû hêvî. Ji kesên Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtin heta akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ser bangawaziya bi hezaran kesan 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Bi vê pêşniyarqanûnê re tê xwestin ku 1’ê Mijdarê ku sembola piştevanniya gelên cîhanê ya li dijî çeteyên barbar e, weke Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê were ragihandin.”