275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin 2023-11-01 16:16:11    NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku di meha cotmehê de herî kêm 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hatiye kirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di meha cotmehê de herî kêm 275 caran êrişî herêmên Şehba û Efrînê kirin. Li gorî bilançoya hatiye aşkerekirin, hate diyarkirin ku di navbera 3’yê cotmehê û 31’ê cotmehê de 275 caran êrişî 55 herêmên cuda yên Efrîn û Şehbayê hatiye kirin.    Di êrişan de 2 leşkerên girêdayî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane û 18 leşker û 3 sivîl jî birîndar bûne.