Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin 2023-11-01 16:31:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Halk TV’yê Dînçer Gokçe ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ji ber nûçeya halktv.com.tr’ê ya di 26’ê cotmehê de bi sernavê “Ji bo Turhan Doner ê bi serçetetiyê dihat tawanbarkirin û Emîrhan Doner biryara tehliyeyê” hatiye weşandin, bi îdiaya “Agahiyên gel dixapîne belav kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.    Li ser fermana dozgeriyê, polîsan rojnameger Dînçer Gokçe binçav kirin.    Nivîskarê T24’ê Tolga Şardan jî ji ber nûçeya xwe ya “Di ‘rapora darazê’ ya MÎT’ê pêşkeşî Serokkomkariyê kirî de çi heye?” hatibû binçavkirin.