Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin 2023-11-01 16:48:20   ENQERE - Pêşnûmepirsa têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkeşî Meclisê hate kirin bi hinceta “mijarên divê neyên pirsîn” hate îadekirin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Agiriyê Nejla Demîr têkildarî êrişênd ewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de pêşnûmepirs da Meclisê. Pêşnûmepirs bi daxwaza ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bibersivîne hatibû dayîn û li Demîr hate vegerandin. Serokatiya Meclisê hinceta paşveşandina pêşnûmeyê weke “nêrînên şexsî” û “mijarên divê neyên pirsîn” nîşan da.    PIRSÊN HATIBÛN KIRIN    “* Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ziyan digihije qadên sivîlan û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Gelo ma ev ne binpêkirina peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî aliyekê wan e? Hûn ê van êrişan kengî bi dawî bikin?    * Piştî daxuyaniyên operasyonê yên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên têkildarî Iraq û Sûriyeyê, di 5’ê cotmehê de li dijî qadên sivîlan, depoyên genim, nexweşxane, santralên ceyranê gelek êriş hatin kirin. Gelo sedema vê çi ye? Gelo tê zanîn ku di van êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane?    * Gelo ji bo Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere, ji bo Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser kurd, ereb, çerkes, suryan û tirkmenên li derveyî sînor û ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û bi muxatabên wê re bê çareserkirin çi hewldanên we hene yan na?    * Gelo raste ku Tirkiyeyê di nava 72 saetan de santralên ceyranê, tesîsên av û enerjiyê, nexweşxane û dibistan jî di nav de li dijî 145 deverên Rojava êriş pêk anîne? Hûn tev li wê fikrê dibin ku ev êriş li dijî hewldanên rêxistinên civaka sivîl û xebatên wan, li dijî hewldanên navneteweyî yên ji bo îstîqrara herêmê ne?    * Gelo texrîbkirina binesaziya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî Rêveberiya Xweser a Rojava ma ne sûcê şer e?”