Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan 2023-11-01 18:14:59   STENBOL- Nûçegihanê Halk TV'yê Dînçer Gokçe yê hat binçavkirin, piştîm îfadeyê hat berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ji ber nûçeya halktv.com.tr’ê ya di 26’ê cotmehê de bi sernavê “Ji bo Turhan Doner ê bi serçetetiyê dihat tawanbarkirin û Emîrhan Doner biryara tehliyeyê” hatiye weşandin, bi îdiaya “Agahiyên gel dixapîne belav kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.  Li ser fermana dozgeriyê, polîsan rojnameger Dînçer Gokçe binçav kirin.    Gokçe piştî îfadeya li dozgeriya li Eldiyeya Bakirkoyê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.