Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn 2023-11-01 18:59:03   STENBOL – Di doza der barê 6 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya bi KHK'ê hat girtin û belavkarekî rojnameyê de, dozger xwest ceza bê birîn.   Danişîna 9'an a doza der barê 6 rojnamevanên xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya bi KHK'ê hat girtin û belavkarekî rojnameyê de, hat lidarxistin. Doza bi îdiayên "endamtiya PKK'ê", "Propagandaya PKK'ê", "Kîn û dijminatiyê" û "Pesinandina sûc û sûcdar" hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê hat lidarxistin.   Di danişînê de meqama îdiayê mutalaaya xwe ya di 7'ê Nîsana 2022'yan de berpêş kiribû, dubare kir û xwest ceza li edîtorên rojnameyê Hîcran Urun, Mehmet Alî Çelebî, Îshak Yasûl, xebatkar Pinar Tarlak û xwediyê îmtiyazê Îhsan Yaşar bê birîn. Piştî vê parêzeran ji bo parastinê doza wext kirin.   Heyeta dadgehê jî biryara domandina biryara qedexekirina derketina derveyî welat a der barê Îshak Yasûl, Hîcran Urun û Mehmet Alî Çelebî da û danişînê taloqî 12'ê Sibata 2024'an kir.