Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin 2023-11-01 19:39:04       STENBOL- Rojnamevan Tolga Şardan ji ber nivîsa xwe ya bi sernavê “Di ‘rapora darazê’ ya MÎT’ê pêşkeşî Serokkomariyê kirî de çi heye?” hat girtin.    Piştî nivîsa bi sernavê “Di ‘rapora darazê’ ya MÎT’ê pêşkeşî Serokkomariyê kirî de çi heye?”, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derheqê nivîskarê T24’ê Tolga Şardan de lêpirsîn da destpêkirin û biryara binçavkirinê da. Piştî biryarê, polîsan bi ser mala Şardan de girtin û Şardan binçav kirin.    Şardan ku li Edliyeya Enqereyê bi rêya SEGBÎS'ê îfadeya wî ya dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Şardan piştî lêpirsîna dadgeriyê hat girtin.