Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin 2023-11-02 08:26:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî girtina Huda Kaya dan û wiha gotin: “Biryara girtinê derhiqûqî ye. Em ê li hemberî dozên we yên kompasê bi tu awayî bêdeng nemînin.”  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya dan.    Hatîmogûllari, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de parlamentera me Huda Kaya hate girtin. Ev yek, peyameke siyasî ya îktîdarê ye. Biryara girtinê, biryareke derhiqûqî ye û siyasî ye. Yên ku hêviya xwe girêdayî operasyonên qirkirina siyasî kirin, xwe pir mezin dixapînin. Em bi rêhevala Hudayê re ne. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re azad bibin.”    Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam da: “Banga me ji bo îktîdarê ye ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li ser parlamentera me Huda Kaya peyamê dide me. Em ê li hemberî dozên we yên kompasê tu carî bêdeng nemînin. Huda Kaya çawa li hemberî darbekarên 28’ê Sibatê serî netewandibe, dê li hemberî darbeyên we yên siyasî jî serî netewîne.”