ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-02 09:00:14   * Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Arîf Îpek destnîşan kir ku li Amedê ji bo mexdûrên erdhejê ji hêla TOKÎ’yê ve nêzî 6 hezar û nîv avahî tên çêkirin ku heta niha sedî 60 amade kirine û wiha got: “Em bifikarin ku hê çêkirina avahiyan neqede malbatan bibin li wir cih bikin û mexdûriyeteke nû çêbikin.”   * Endamê Komîsyona Çandê ya HEDEP'a Avcilarê Emrûllah Îrîs anî ziman ku çanda kurdî hatiye dorpêçkirin û got ku dê "Şevbêrka Dengbêjan" li dar bixin.   * Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Emîne Caynak bal kişand ser beşdariya jinan a li konferansa ku dê li Amedê bê lidarxistin û got: "Em ê bi rêxistinkirina jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd bişikînin."   * Doza li rojnamevan Ferhat Parlak bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin û Parlak 2 caran beraet kiribû û carekê jî hatibû redkirin, ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat pesendkirin.   * Pinar Sakik Tekîn, keça Serokê HEP'ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku 31 sal berê li Dîlokê hat qetilkirin e û niha alaya têkoşînê ya bavê xwe di bin banê HEDEP'ê de bilind dike. Tekîn got: "Em ne ew gel in ku bi kuştinê bên qedandin. Ji lew re em heqîqet in."    * Danişîna doza Bûrak Ercan ê li Cizîrê xwendekaran tacîz kir dê li Dadgeha Cizîrê bê lidarxistin. (09.00-12.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna doza ku der barê nûçegihana JINNEWS'ê Nazlican Nûjîn Yildiz de hatiye vekirin dê li Dadgeha Îzmîrê bê lidarxistin. (10.05)   * Parlamenterên HEDEP'ê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serî li Wezareta Dadê bidin û li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30) ZINDΠ   * Rêxistina HEDEP'ê ya Amedê dê têkildarî neberdana Gultan Kişanak ku dema xwe girtinê tije kiriye li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)