Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin 2023-11-02 09:03:30   AMED - Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Arîf Îpek destnîşan kir ku li Amedê ji bo mexdûrên erdhejê ji hêla TOKÎ’yê ve nêzî 6 hezar û nîv avahî tên çêkirin ku heta niha sedî 60 amade kirine û wiha got: “Em bifikarin ku hê çêkirina avahiyan neqede malbatan bibin li wir cih bikin û mexdûriyeteke nû çêbikin.”   Bajarê Amedê ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, weke “Qada Afetê” hat ragihandin û xesarek mezin ji erdhejê girt. Di encama vê erdhejê de tespîtên xesarê hatin destpêkirin û li gor saziyên fermî yên dewletê ku di meha tebaxê de eşkere kirine, 5 hezar û 459 avahî pir xesardîtî ne. Her wiha li gorî daneyên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ku wan jî di meha tebaxê de weşandiye, 3 hezar û 252 avahî pirxesardîtî, 2 hezar û 828 avahî nîvxesardîtî û 32 hezar û 652 avahî jî weke kêmxesardîtî hatiye tespîtkirin. Piştî van tespîtan hilweşandina avahiyên pirxesardîtî hatin destpêkirin û bi hezaran malbat bi pirsgirêka hêwirînê re rû bi rû man. TOKÎ’yê jî, ji bo van malbatan soza çêkirina 18 hezar xanî û 3 hezar xaniyên li gund da û hat destnîşan kirin ku dest bi çêkirina van avahiyan hatiye kirin. Lê hat zanîn ku heta niha tenê dest bi çêkirina nêzî 6 hezar û nîv avahiyan kirine û ev avahî jî hêj nehatine qedandin.    Arîf Îpek   Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Arîf Îpek têkildarî avahiyên ku ji hêla TOKÎ’yê ve ji bo mexdûrên erdhejê tên çêkirin ji ajansa me re axivî.    SOZA 18 HEZAR XANIYAN HATIYE DAYÎN   Îpek anî ziman ku li gorî rapora wan a TMMOB'ê piştî tesbîtkirina xesaran nêzî 20 hezar xanî hewce ne. Îpek bi bîr xist ku hikûmetê soz dabû ku wê 18 hezar xaniyan bi rêya TOKÎ’yê ava bikin. Îpek destnîşan kir ku niha li Gundê Hebeşî yê bi ser navçeya navendî ya Rezana Amedê ve niha înşaeta 6 hezar û 40 xaniyan didome û wiha got: “Em wisa difikirin ku hejmara giştî ya xaniyên li navçe û gundan jî tên çêkirin di nav de nêzî 6 hezar û nîv e. Bi rastî çêkirina van xaniyan piştî erdhejê yekser dest pê kir, lê prosedur, plansazkirin û raporên lêkolîna erdê piştî dest pê kirina çêkirina avahiyan hatin kirin.”   ‘DIBE KU MALBATAN BIBIN LI AVAHIYÊN NEQEDIYAYÎ BI CIH BIKIN’   Îpek diyar kir ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine, avahiyên li Hebeşiyê tên çêkirin niha ji sedî 60 hatine amadekirin. Îpek anî ziman ku peywira wan heye ku van avahiyan di dawiya meha mijdar an jî kanûnê de radest bikin û zextek wiha li ser fîrmaya ku îhale hilgirtiye, heye. Îpek got ku lê li gorî encamên wan ne pêkan e ku di wextê dixwazin de radest bikin û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de em bi fikarin ku ew malbatan li avahiyên neqediyayî bi cîh bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê merasîma radestkirina mifteyê berî bidawîbûnê were kirin û piştre dê çêkirina van avahiyan bidomin. Ev bi serê xwe dê bibe sedema pirsgirêkên nû. Em hêvî dikin ku mexdûriyetek nû dernekeve holê.”   ‘WÊ AVAHIYÊN NÎVXESARDÎTÎ JÎ BÊN HILWEŞANDIN’   Îpek da zanîn ku li gorî daxuyaniya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya wê demê, hate gotin ku avahiyên ku nîvxesardîtî jî dê werin hilweşandin. Îpek anî ziman ku bi hilweşandina wan avahiyên nîvxesar, hewcedariya nêzîkî 40 hezar xaniyan dê çêbibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi qasî ku em dibînin niha hilweşandina avahiyên ku pirxesardîtî ne, dest pê kiriye. Ji ber ku ev xebatên hilweşandinê ji aliyê qeymeqamtî û walîtiyê ve tên kirin, em nikarin agahiyên zelal li ser vê yekê bigirin.”   ‘DIXWAZIN TMMOB’Ê JI PÊVAJOYA ÇÊKIRINA AVAHIYAN DÛR BIXIN’   Îpek diyar kir ku berê dema projeyên çêkirina avahiyan dihatin amadekirin ji TMMOB’ê destûr dihat xwestin û got ku ew vê xizmetê hîn jî weke xizmeta gel didomînin. Îpek destnîşan kir ku di van 10 salên dawî de bi taybetî ji ber helwesta hikûmetê ya li hemberî TMMOB'ê hewl tê dayîn TMMOB ji van pêvajoyan bê dûrxistin û wiha domand: “Di lêkolînên me yên ewil de li ser avahiyên ku pirxesardîtî û hilweşiyane, em dibînin ku piraniya van avahiyan neqanûnî ne, lê zêdekirin hatine kirin û hin ji wan jî qaçax in. Em dibînin ku avahiyên ku karûbarên endezyariyê yên baş wergirtine, sax dimînin. Di vî warî de hat dîtin ku ev xizmeta TMMOB'ê çiqasî girîng e.”   ‘LI DIJÎ ASBESTÊ TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’   Îpek bal kişand ser hilweşadina avahiyên pirxesardîtî yên li bajêr û da zanîn ku hilweşandina avahiyan bi awayekî rêkûpêk nayê kirin û tu tevdîrên li dijî asbestê nayê girtin. Îpek diyar kir ku di warê negirtina tevdîrên ewlekariyê yên ji bo kesên ku hilweşînê dikin de jî pirsgirêkên micid hene. Îpek anî ziman ku der barê vê mijarê de wan serlêdanên xwe ji rayedarên pêwîst re kirine û ew li bendê ne ku tevdîr bên girtin. Îpek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di salên derbasbûyî de li Licê projeyek TOKÎ’yê hat çêkirin. Dema derket holê ku ev proje li ser xeteke erdhejê hatiye çêkirin, yekser hat rawestandin. Ji bo ku rewşên wiha neyên jiyîn, divê pêvajoya plansaziyê pir baş bê kirin. Avakirinek rast, tenduristiya mirovan diparêze. Ji ber vê yekê pêkanîna karûbarên endezyariyê bi rastî jî gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî divê di serdemên nû de nêrînên saziyên sivîl ên wekî TMMOB'ê bên girtin û di pêvajoya biryardayînê de ev sazî jî xwedê rol bin. Ji ber ku TMMOB ji bo tevahî gel saziyek girîng e û me di erdhejê de careke din girîngiya TMMOB’ê ya ji bo tenduristiya gel dît.”   MA / Bazîd Evren - Mehmet Guleş