'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin' 2023-11-02 09:05:13   AMED - Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Emîne Caynak bal kişand ser beşdariya jinan a li konferansa ku dê li Amedê bê lidarxistin û got: "Em ê bi rêxistinkirina jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd bişikînin."   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê beriya 6'emîn Kongreya Giştî ya Awarte, di 5'ê mijdarê de li Amedê konferansekê li dar bixe. Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Emîne Caynak anî ziman ku dê konferanseke bihêz li dar bixin û xwest hemû jin bi ruhê salên 90'î tev li konferansê bibin.    Emîne Caynak   'DIVÊ HER KES BEŞDAR BIBE'   Caynak, anî ziman ku DBP li bajarên Kurdistanê xwe birêxistin dike û li metrepolan jî xebatên xwe yên nûnertiyan didomîne. Caynak, da zanîn ku li navçeyên Kurdistanê jî xwe birêxistin dikin û got ku ev rêxistinbûyîn li bara gel bûye cihê liv û tevgerekê. Caynak, destnîşan kir ku bi vê rêxistinkirinê re xebatên jinan jî bi lez û bez dimeşin û got: "Em ê di 5'ê mijdarê de li Amedê konferansekê li dar bixin. Amadekariyên me yên konferansê didomin. Ev konferans dê di warê siberoja me de rêxistinbûyîna me eşkere bike. Em vê coşê hîs dikin. Em li bendê ne gelê me û jin bi kincên xwe yên kurdî, bi zimanê xwe û çanda xwe tev li vê konferansê bibin."    'EM RUHÊ SALÊN 90'Î BIDIN DER'   Caynak, bilêv kir ku ew li bendê ne ku bi vê konferansê ku dê bi dirûşma "Bi civaka rêxistinkirî em jiyana azad ava bikin" bê lidarxistin, li Kurdistan û Rojhilata Navînê siberojê ronî bikin û got ku dê konferansê bi hêza gel, bi ruhê salên 90'î yê ciwanan li dar bixin.    Caynak, bal kişand ser girîngiya jinan a li konferansê û got: "Jin dê di vê konferansê de car din bi rengê xwe rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Jinên kurd çawa di salên 90'î de li qadan bûn, niha jî em ê li her bajarî, li her navçeyê, li her taxê û li her gindî xwe bi rengê jinê birêxistin bikin. Ji ber vê konferansa me girîng e û divê jin bi rengê xwe tev li konferansê bibin. Em ji bo pêvajoya li pêşiya xwe dibêjin pêvajoya jinûvesazkirinê. Em ê bi rêxistinbûyîna jinê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd bişikînin. Konferansa me dê ji bo girtiyên nexweş jî bibe moral."    Caynak, hemû gelê Kurdistanê vexwend konferansa ku dê li Eywana Geterlerê bê lidarxistin.