Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir 2023-11-02 09:06:17   AMED - Doza li rojnamevan Ferhat Parlak bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin û Parlak 2 caran beraet kiribû û carekê jî hatibû redkirin, ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat pesendkirin.   Di sala 2016'an de der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê Ferhat Parlak de, bi îfadeyên şahidê veşarî û eşkere bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hat vekirin. Parlak, di dawiya darizandinê de beraet kir. Biryar di sala 2017'an de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hat pesendkirin. Lê belê di sala 2019'an de bi hinceta îfadeyên heman şahidan car din bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di darizandina li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de, di sala 2020'an de biryara beraetê hat dayîn. Lê piştî îtiraza dozgeriyê 2'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, daxwaza ji bo xerakirina biryarê û cezakirina Parlak qebûl kir.    JI ŞAHIDÊ VEŞARÎ BEYANEKE NÛ   Di sala 2022'yan de piştî xerakirina biryarê ya ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve, şahidê veşarî "Takvîm" hin tiştên din li îfadeyên xwe zêde kirin û derpêş kir ku Parlak bi molotofkokteylan êrişî wesayîta zirxî ya polîsan a li texma Hatîmoglû Marketê kiriye. Îfadeya şahidê veşarî di darizandinê de wekî "delîla nû" hat qebûlkirin.    Di vê çarçoveyê de îdiaya navborî ji Midûriyeta Polîsan a Farqînê hat pirsîn. Midûriyeta Polîsan berpêşî dadgehê kir ku têkildarî çalakiya navborî li ber destê wan agahî, belge yan jî dîmen tune ne. Dadgehê careke din biryara redkirina dozê da. Ji lew re dadgehê diyar kir ku tiştên Parlak pê tên tawanbarkirin tawanbariyên doza sala 2016'an e ku li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û biryara beraetê hat dayîn.    Piştî biryara dadgehê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi derpêş kir ku biryara hatiye dayîn şaş e û ji bo xerakirina biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da. Dozger di îtiraza xwe de derpêş kir ku gava hemû delîl tên nirxandin tê dîtin ku Parlak "di nava komîteya çapemeniyê ya rêxistinê de cih digire" û Parlak bi vê sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye.    HAT PESENDKIRIN   2'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, diyar kir ku biryar li gor hiqûqê ye û destnîşan kir ku hukmê hatiye dayîn di cih de ye. Dadgeha Edliye ya Herêmê ku xerakirina hukmê rast nedît, daxwaza ji bo xerakirina biryarê bi yekdengî red kir.    JI BO ÎTIRAZÊ 15 ROJ WEXT HEYE   Ji bo îtiraz li biryara Dadgeha Edliye ya Herêmê bê kirin, ji roja biryar bigihê her du aliyan 15 roj wextê îtirazkirinê heye.    Rojnamevan Parlak diyar kir ku nêzî 20 sal in di serî Farqîn bi tevahî li seranserê herêmê nûçeyên di warê binpêkirina mafan de çêdike û pirtûkan dinivîse û got: "Nûçeyên min û pirtûka min a min ji bo mafê nûçewergirtinê yê gel nivîsand wekî hincet hatin nîşandan û heya niha nêzî 50 lêpirsîn û doz der barê min de hatine vekirin."   Parlak bilêv kir ku zextên li ser wî bi ragihandina qedexeya derketina derve ya sala 2015'an zêde bûne û ji bo xebatên wî yên rojnamevaniyê bênnixumandin der barê wî de bi zorê sûc tên îcadkirin. Parlak got: "Bi îfadeyên razber û derî rastiyê yên şahidên veşarî, der barê min de îdiayên pûç hene."