Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne 2023-11-02 09:07:19   AMED - Pinar Sakik Tekîn, keça Serokê HEP'ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku 31 sal berê li Dîlokê hat qetilkirin e û niha ala têkoşînê ya bavê xwe di bin banê HEDEP'ê de bilind dike. Tekîn got: "Em ne ew gel in ku bi kuştinê bên qedandin. Ji lew re em heqîqet in."    Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Dîlokê Abdulsamet Sakik, di 3'yê mijdara 1992'yan de li navçeya Şahînbey a Dîlokê ji aliyê hîzbulkontrayan ve hat qetilkirin. Fûat Balca yê ku Sakik qetil kir, di sala 2000'î de, di operasyona li dijî hîzbulkontrayan de hat binçavkirin û tevî 17 kesan hat girtin. Balca ku li xwe mikur hat wî Sakik kuştiye, bi sûcê kuştina 165 kesan cezayê muebeda girnakirî lê hat birîn. Lê hê pêvajoya dozê li Dadgeha Bilind dewam dikir, Balca û 5 kesên pê re bi hinceta "girtina demdirêj" di sala 2022'yan de hatin berdan.    Partiya ku Sakik endamê wê bû, di 14'ê Tîrmeha 1993'yan de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat girtin. Lê belê têkoşîna HEP'ê bi partiyên piştî wê hatin avakirin re dewam kir; OZEP, DEP, DEHAP, DTP, HDP, DBP... Xeleka dawî ya vê kevneşopiyê jî Partiya Çepên Kesk bû ku demek berê navê wê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hat guherandin.    Pinar Sakik Tekîn, gava ku bavê wê Abdulsamet Sakik hat qetilkirin 11 salî bû, mîrateya têkoşînê ya bavê xwe ji cihê mayî didomîne. Tekîn ku demeke dirêj di nava xebatên siyasî de cih digire, niha Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê ye.    Pinar Sakik Tekîn   TÊKOŞÎNA SAKIK   Em bi Tekînê re li ser têkoşîna bavê wê axivîn. Tekîn diyar kir ku bavê wê di dema 12'ê Îlonê de rastî îşkenceyên giran hatiye, lê dîsa jî dets ji têkoşînê bernedaye û got: "Bavê min ferdê eşîreke ji Mûşê ye. Wekî eşîreke pir dogmatîk fêm nekin; malbata min zincîrên xwe şikandibûn. Bi berfirehî difikirî, malbateke çepgir û demokrat bû. Bavê min jî ewilî wekî mezinê malbatê ketibû etra debarê. Paşê xwedîderketina li gel dest pê kirç Di dema 12'ê Îlonê de li girtîgehên Xarpêt û Amedê rastî îşkenceyan hat. Ên wî nas dikin, dibêjin di qenalîzasyonê de îşkence lê hatiye kirin. Lê ev îşkence nebûn sedema paşgavavêtinê, bûn sedema ku bêtir bitêkoşe."    Tekîn ragihand ku piştî HEP hatiye avakirin bavê wê bûye Serokê HEP'ê yê Dîlokê û wiha domand: "Gelek mêvan dihatin mala me. Wê demê pêşengên siyasetê jî tim dihatin. Lê min wê gavê ew nas nedikirin. Tim dihatin cem hev du. Pêvajoyên zehmet bûn. Belkî em zarok bûn û me baş fêm nedikir. Lê piştî mirina Vedat Aydin şevekê deriyê me lê ket. Saet li dor 2-3'yê şevê bû. Ez, birayê min ê biçûk, diya min û bavê min, em li malÊ bûn. Kesên birûpoş bi israr li deriyê me dixistin. Wê kêliyê me fêm nekir bê çi tê serê me. Em li benda ravekirinê bûn. Wê gavê pir tişt ji zarokan re nedihatin gotin. Lê ez qet dengê deriyê me jibîr nakim."    Tekîn bi gotina "Min li bavê xwe temaşe dikir, min tim ew texlîd dikir" anî ziman ku wê bavê xwe qet jibîr nekiriye û wiha axivî: "Min tim hewl dida kirinên wî fêm bikim. Bêtir hez ji zarokên keç dikir, ez tim li cem wî bûm. Xwendin û nivîsandina wî hebû, lê ne zêde bû. Tim dixwest ez jê re rojnameyan bixwînim. Ev hêla min a xwendinê ji bavê min derbasî min bûye."    ‘JI BER KU EVÎNDARÊ GELÊ XWE BÛ HAT QETILKIRIN'   Tekîn ragihand ku wê roja ku bavê wê hatiye qetilkirin qet ji bîr nake û wiha domand: "Roja hat qetilkirin ez ji dibistanê vedigeriyam. Pênûsê min ê ku min pir jê hez dikir winda bûbû. Ez li pênûsê xwe digeriyam. Hûn dikarin bibêjin 'Here were pênûsek e.' LÊ pêwendiya wê bi tiştekî wê kêliyê re hebû. Bêaramiyek xwe li min girtibû, tiştekî nelirê hebû. Gava ez hatim malê, telefona me lê ket. Xebera ku bavê min birîndar bûye hat. Em hemû bi bazdan çûn. Wêneyê ku min dît, di bin rojnameyan de çûna çinarekeî qerase bû. Bavê min ji bo min çinarek bû. Di bin wan rojnameyan de tenê milekî saet di destan de di bîra min de maye û ez hê jî bi wî wêneyî re dijîm. Di mêjiyê min de lîstika çêke-xera bike hebû, min tim çêdikir û xera dikir...  Ta di 3'yê Mijdara bi mij û moran a Dîlokê min kuştina bavê xwe dît. Piştî min ew dît, min hemû parçe bi hev vekirin. Ji bo careke din xera nebin, min ew di mêjiyê xwe de tomar kirin. Ez henaseya xwe bi wî wêneyî digirim û bi wî wêneyî re berdidim."    Tekîn destnîşan kir ku wê demê hîzbulkontra li Dîlokê xwe birêxêstin kiriye û got: "Bavê min ji ber ku pêşengiya gelê xwe kir, hat kuştin. Ji ber evîndarê gelê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û koka xwe bû hat qetilkirin. 3 gule li serê bavê min û 2 heb jî li dilê wî ketibûn. Ji paş de beradabûnê, Navnîşana guleyên ji paş de bi nemerdî tên berdan diyar e. Kiryar jî diyar in. Lê bi polîtîkayên bêcezatiyê rastî muyeideyekê nehatin."    'MIN ALA WÎ WERGIRT'   Tekîn anî ziman ku gava her kes dest bi têkoşînê dike çîrokeke wan heye û got ku çîroka wê jî têkoşîna bavê wê ye. Tekîn ku got "Ez bavê xwe tim li hêla xwe ya çepê hîs dikim" û wiha pêde çû: "Ez niha wê ala ku wî wekî mîrate hiştiye hildgirim. Ma hûn çi qasî dikarin heqîqetê jinedîtî ve bên? Hûn dikarin heya kengî heqîqetekê paşguh bikin? Her kes bi rastiya xwe re dijî. Min jî xwest ez bi rastiya xwe re bijîm. MIn bi wî awayî rê li ber jiyanê xist."    Tekîn destnîşan kir ku ew bi kuştinê, bi sirgûnkirinê û bi girtinê naqedin û got: "Em ne ew gel in ku bi polîtîkayên şerê taybet biqedin. Ji lew re em heqîqet in. Dixwazî biecibînin, dixwazî neecibînin, dixwazin qebûl bikin, dixwazî qebûl nekin ev heqîqet tim hebû û dê her tim hebe. Îro bavê min tenê ne bavê min e, gava bê pirsîn 'Abdulsamet Sakik kî ye?' Ez ê bibêjim hevalê Mehmet Sîncaran, Vedat Aydinan e. Ez hebû mechûlên kiryar nediyar ên min navê wan bilêv nekirin di şexsê bavê xwe de bibîr tînim. Wan di têkoşînê de rêya em ronî kirin."    MA / Eylem Akdag