Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an 2023-11-02 09:08:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate aşkerekirin ku di êrişên li dijî Xezayê de 3 hezar û 648 jê zarok 8 hezar û 796 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi awayekî tund berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra têkildarî mirinên li Xezayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Kudra, da zanîn ku di êrişên ji 7’ê cotmehê ve li dijî Xezayê hatin kirin de 3 hezar û 648 zarok û 2 hezar û 290 jê jin 8 hezar û 796 kes hatine kuştin. Kudra aşkere kir ku 22 hezar û 219 kes jî di êrişan de birîndar bûne.    Kudra anî ziman ku îxbar girtine ku ji roja destpêka êrişan ve 2 hezar û 30 kes jî di bin kavilan de ne.