17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-11-02 10:10:08   STENBOL - 17 kesên ku dema xwestin êrişên li dijî Filistînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Gelek nûnerên sazî û dezgehên duh xwestin li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê bi meşekê şermezar bikin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Kesên li ber Lîseya Şaîr Abay a navçeya Sûltangaziyê xwestin bi dirûşmeya “Ji Filistînê heta Rojava gelên li ber xwe didin dê serbikevin” ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    Polîsên ku mudaxileyî girseyê kirin, 17 kes binçavkiribûn. 17 kesên ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Bajêr piştî îfadeyên wan hatin wergirtin, bi şev hatin berdan.