Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin 2023-11-02 12:07:02   AGIRÎ - Danişîna doza rojnamevan Abdullah Kaya, bi hinceta li benda dosyaya li Dadgeha Bilind bê mayîn hate taloqkirin.    Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Kaya de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hate lidarxistin. Kaya yê tev li danişînê bû xwest ku amûrên wî yên hatibûn desteserkirin radestî wî bên kirin. Kaya, anî ziman ku tevî dozgeriyê jî daxwaz kiriye, amûrên wî radestî wî nehatine kirin.    Dadgehê biryar da ku li benda dosyaya li Dadgeha Bilind bê mayîn û danişîn taloqî 19’ê kanûnê hate kirin.