Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin 2023-11-02 13:46:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dewleta tirk du gundên êzidî û suryanan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbarankirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); du gundên êzidî û suryanan ji hêla artêşa dewleta tirk ve hatin topbarankirin.    Li gorî agahiyan; êrişa ewilî li dijî gundê Til Ebas ê Tirbespiyeyê hate kirin. Gundê suryanan bi topan hedef hate girtin. Hat zanîn ku guleyeke topê li noqteya hêzên hikûmeta Şamê ket.    Demekî kin piştî vê êrişê, îcar jî gundê Til Xatûnê ku şêniyên wê êzidî ne hte topbarankirin.    Têkildarî encamên êrişan heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.