Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat 2023-11-02 15:50:48   STENBOL - Endamê OHD’ê parêzer Erdal Çelîk li ber mala xwe ya li navçeya Sûltangaziyê rastî êrişa çekdarî hat.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Erdal Çelîk, li ber mala xwe ya li navçeya Sûltangaziyê rastî êrişa çekdarî ya du kesên li ser motosîkletê û rûyê wan girtî hat. Çelîk û keça wê ya li cem wê ji êrişa çekdarî saxlem xelas bûn û 3 gule bi wesayîta wan ketin.    Şaxa OHD’ê ya Stenbolê bi daxuyaniya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal kir de bertek nîşanî êrişê da. OHD’ê bi bîr xist ku parêzer her roj li edliyeyê, li miduriyeta polîsan, li ber malên xwe rastî êrişan tên û wiha got: “Ji ber Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baro li dijî van êrişan têkoşîneke bi bandor nameşînin êrişkar cesaretê digirin.”   OHD’ê diyar kir ku dê şopdarê pêvajoya hiqûqî ya êrişa li dijî Çelîk bibin û destnîşan kir ku li dijî êrişên li ser parêzeran têkoşîna rêxistinkirî dê bidome.