Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir 2023-11-02 16:35:45   STENBOL - Kekê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Necmî Yuksekdag wefat kir.    Kekê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, Necmî Yuksekdag wefat kir.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî wefata Yuksekdag li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Di serî de rêhevala xwe Fîgen Yuksekdag, em êşa malbat û hemû hezkiriyên wî parve dikin û ji wan re sersaxiyê dixwazin.”