ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN 2023-11-03 09:00:07   * Li navçeya Girê Sor a Rihayê hemama Abdal Axa ya dîrokî ji ber ku heta niha tû tadîlat nehatiye kirin, li ber hilweşînê ye.    * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di şer de israr e û wiha gotin: "Pêdiviya me bi gotineke birêz Ocalan heye. Dizanin heke ku çûyîn û hatina li Îmraliyê hebe wê nikaribin van tiştên xwe yên nebaş bikin. Ji ber wê di tecrîdê de israr dikin."    * Dema girtinê ya siyasetmedar Gultan Kişanakê tije bûye, lê dîsa jî nayê berdan. Hevşaredarên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin bertek nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku hiqûq bê sepandin.    * Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîmoglûyê hemû ciwananên ku desthilat dixwaze wan bi polîtîkayên şerê taybet apolîtîk bike, vexwand têkoşîna rêxistinbûyî.   * Hevserokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Mûsa Bor anî ziman ku 7 sal in li Colemêrgê çalakî tên qedexekirin û got: "Ji ber qedexeyan tevahiya gel di bin tecrîdê de ye."    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza 3 faîlên di sala 2016'an de li Şemzînanê destdirêjî li Esra Y. kirin û bûn sedema întîharkirina wê dê li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê bê lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên heyî daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Şaxa ÇHD’a Îzmîrê dê li Baroya Îzmîrê têkildarî Bariş Buyuksu ku di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyê bide. (12.00)   * ÎHD dê li gelek bajaran Nobeta Aştiyê li dar bixe. (14.00-18.00)   * Danişîna doza Mirovên Şemiyê ku di hefteya 700’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê rastî êrişa polîsan hatibûn û hatibûn binçavkirin dê li 21’emîn Dadgeya Cezayên Giştî ya Stenbolê were lidarxistin. (14.00)