Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne 2023-11-03 09:05:35   COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Mûsa Bor anî ziman ku 7 sal in li Colemêrgê çalakî tên qedexekirin û got: "Ji ber qedexeyan tevahiya gel di bin tecrîdê de ye."    Li Colemêrg û navçeyên wê, hê jî pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) yên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê tîrmeha 2016'an hat ragihandin, didomin. Bi vê re di 7 salên borî de tundî, muameleya xirab û binpêkirinên mafan gelekî zêde bûn. Li ser her girekî bajêr baregeheke leşkerî hatiye avakirin û li ser rêyan 10 kîlometreyan carekê noxteyên leşker û polîsan hatine çêkirin. Li gel vê piraniya zozan û geliyên herêmê di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de hatine qedexekirin. Her wiha hema bibêje 7 sal in li bajêr 15 rojan carekê lidarxistina çalakiyan tê qedexekirin. Ji xeynî AKP'ê û MHP'ê partiyên siyasî yên din û rêxistinên civaka sivîl ji bo lidarxistina çalakiyan divê "destûrê" bigirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Mûsa Bor rewşa bajêr û binpêkirinên mafan ên li bajêr rû didin, nirxandin.    QEDEXEYÊN KU 7 SAL IN DIDOMIN   Bor, anî ziman ku binpêkirin tenê ne di dema desthilata AKP-MHP'ê de, ji roja komar hatiye avakirin heya niha hene û wiha got: "Ragihandina Rewşa Awarte, tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Ji sala 2026'an ve li vî bajarî 15 rojan carekê yan jî mehê carekê qedexe tên ragihandin. Bi van biryaran mirov wekî di girtîgeheke vekirî de bin. Rêxistinên civaka sivîl, di warê bilêvkirina fikirên xwe de zehmetiyê dikişînin. Her wiha gundiyên ku diçin zozanan jî bi qedexeyên herêma ewlehiya taybet re rû bi rû dimînin. Ev qedexe bi armanca parastina mafên mirovan nayên kirin, mafên mirovan binpê dikin."    ‘ÎŞKENCE'   Bor, diyar kir ku bi hinceta qedexekirina zozanan şivan jî di nav de li gelek kesan tundî hatiye kirin û got ku heman tundî di avêtina ser malan de jî rû daye. Bor axaftina xwe bi vî rengî domand: "Îşkence, li vî bajarî veguheriye tiştekî rûtîn. Dewlet jî ji bo hebûna xwe xwedî hin pîvanan e lê ev ji aliyê polîs û leşkeran ve tên binpêkirin. Derî tên şikandin, zar û zêçan li erdê dirêj dikin. Tundiyê li ferdên malbatan dikin. Zarokên biçûk di bin bandora tundiyê de dimînin. Ev ne tiştekî rast e."    'GEL TÊ TECRÎDKIRIN'   Bor, da zanîn ku qedexe di înîsyatîfa amirên îdareya mulkî de ne û got ku çendî Rewşa Awarte bi dawî bûye jî lê ev yek bi awayekî fiîlî hê jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê didome. Bor ev tişt ragihandin: "Waliyê beriya niha, 15 rojan carekê qedexeyek radigihand. Waliyê nû jî gava çalakiyek hebe qedexeyê radigihîne. Lê çalakiyên sazî û komeleyên nêzî xwe qedexe nake. Mafên ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatine dayîn dikin şexsî."    Bor, tiştên diqewimin wekî "tecrîdê" pênase kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di her deklarasyonê de radigihînin ku em li dijî tecrîdê ne. Lê ev tecrîd bûye tiştekî wiha ku heya nav malan hatiye. Ne pêkan e ku mirov vê yekê qebûl bike. Lewma her kes nesîbê xwe ji tecrîdê digire. Bi hinceta ewlehiyê rêxistinên civaka sivîl û civatê tê tecrîdkirin. Em vê yekê bêtir li Colemêrgê dibînin. Ji ber qedexeyan îro ro tevahiya gelê Colemêrgê di bin tecrîdê de ye."    MA / Mazlûm Engîndenîz