Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe 2023-11-03 09:33:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku Banka Navendî rêjeya faîza polîtîkayê derxist ji sedî 35’ê jî dolar û euro radibe.   Tevî ku Banka Navendî 5 caran biryara zêdekirina faîzê jî liv û tevger didome. Banka Navendî herî dawî di 26’ê cotmehê de faîz 500 puan zêde kir û bi vê yekê re faîza polîtîkayê ya ku beriya hilbijartinê ji sedî 8,5’ê derxist ji sedî 35’ê.    Dolar îro bi 28,38 lîreyan dest bi rojê kir. Euro jî niha bi 30,18 lîreyan tê firotin.